Li navenda bajar şer giran buye

0
21

Pêngava rizgarkirina Reqayê bi hemû leza xwe didome. Li nava 5 taxên navenda bajar di navbera şervanan û çeteyan de şerên giran rû didin. Pêşde çûna Şervanên QSD’ê ber bi pêş de berdewam dike û heta niha ji sedî 80 navenda bajêr hatiye kontrol kirin. Her wiha Tîmên Taybet yên QSD’ê 40 sivîlên din jî rizgar kirin.

Operasyona rizgarkirina Reqayê bê navber didome. Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de, li 5 taxên Reqayê şerekî giran diqewime.
Pêşde çûna şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de li taxên El-Emîn, Hena, Rimêliye, Rewda û Tişrînê şerekî dijwar diqewime.
Hêzên Sûriya Demokratîk, ji sedî 80 navenda bajarê Reqayê kontrol kirine.
Çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda bajêr asê mane, hemû rêyên revê li ber wan hatine girtin.
BI DEHAN SIVÎL HATIN RIZGAR KIRIN
Ji aliyê din de Tîmên taybet ên QSD’ê li taxa Rewda ya Reqayê 40 sivîl rizgar kirin.
Tîmên taybet ên QSD’ê, sivîlên ku çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re dikin mertalên zindî, rojane bi operasyonên taybet rizgar dikin.
Şervanan danê duh danê sibehê li taxa Rewda ya li rojhilatê Reqayê, 40 sivîl rizgar kirin. Piraniya sivîlên hatine rizgarkirin jin û zarok in û hin ji wan jî birîndar in. Şervanan sivîl birin cihên ewle û yê birîndar jî radestî Heyva Sor kirin ji bo werin dermankirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*