perwerde

0
24

Min bi xwe bawer ne dikir ku rojekê ez ê di rojnameyekî de quncikekî binvîsim. Min bi xwe tevî ku berî şoreşê zimanê kurdî bi dizî fêr dibûm û lênûskên xwe dema em zarok, di bin cilê de vedişartin; lê dîsa min nikarîbû bi dil û mêjiyê xwe bihiziriya, min nikarîbû hest, êş û azarên xwe şîrove bikirana. Perwerdeyên wê demê tenê ji bo em neyên pişaftin bi riya hevalên ji tevgera azadiyê dihat dayîn, ango wê demê di bin zordariya rejîmekî faşîst de me xewnên xwe bi wan deqeyên bi dizî pêk dianîn.
Em werin roja me ya îro, taybet bi destpêkirina şoreşa Rojava re, gelek tişt hatin guhertin. Herî zêde guhertina ber bo çavli cem gelê perwerdeya xwe bi zimanê dayîkê dibe ye. Lê perwerde ne tenê zanîna xwendin û nivîsandina zimên e. Ya herî girîng, bi rihekî kurdî hizirandin bikaranîna ziman encamên fêrbûna bi zimanê dayîkê tacîdar dibe. Ev yek jî tenê bi şoreşa Rojava re pêk hat.
Dema ez çêra vê mijarê dibim, ne tenê behsa kurdan dikim, behsa hemû gelên li vê erdnîgariyê dijîn dikim. Pirsgirêka ne qebûlkirina metiryal û perwerdeya bi zimanê dayîkê, li ba Sûriyanan jî xwe dide der. Ew jî mîna hin kurdên pişaftî dibezin ber deriyê dibistanên rejîma faşîst û hîn jî pêşeroja xwe di bin banê ramanên Baas ê şoven de dibînin. Li gorî ku agahî jî hene wê rejîm di bin navê perwerdeyê de ji UNCIFÊ pereyan bigire û ka bê ew pere wê biçin bûxçika kîjan mudur û wezîfekarî, ji lewra divê malbat zarokên xwe nekin qurbana bazarên qirêj û nebin amûr ji bo pêkanîna armancên faşîstan.
Bi vê yekê, pîşiyên me dibêjin “kurmê darê ne ji darê be ew dar nakeve” ango yê herî zêde li hember perwerdeya li Rojava û Bakurê Sûriyê derdikeve hin kesayetên ku bi rejîmên statukaprêz re bûne xulam çi kurd dibin, çi jî sûriyan û ereb dibin.
Di vê mijarê de jî, bi destpêkirina sala nû ya perwerdê re, biryar hat girtin ku heya refên lîsayê dibistan hevbeş bin. Ango, xort û keç bi hev û din re biçin dibistanan, ev yek cîdalek di nava xelkê de da avakirin. Lê; ji bo çi, bi çi armancê û ji bo kîjan çareyan bibîni ev biryar derket? ji aliyên peywendîdar ve nehat zelalkirin?!

Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*