Derbarê demasala nû de biryarên girîng

0
34

Desteya Aborî a girêdayî Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya kantona Kobanê piştî civîna bi rêveberiya Çandiniyê re lidarxist bi daxuyaniyekê derbarê demsala nû ya çandiniyê de biryarên girîng eşkere kir

Desteya Aborî û Rêveberiya Çandiniyê ya kantona Kobanê, derbarê plansaziyê ya çandiniya demsala zivistanê ya 2017-2018’an de biryarên girîng girt.
Desteya Aborî ya girêdayî Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Kobanê ya herêma Firatê, piştî civîna bi Rêveberiya Çandiniyê ya kantorê re ku roja Sêşema derbasbûyî hatibû lidarxist, daxuyaniyeke giştî da. Di daxuyaniyê de biryarên girîng ku têkildarî destpêkirina demsala bê ya çandiniyê bûn, hatine girtin. Li ser vê yekê Desteyê belavokeke giştî belav kir.
Diyarkirina firehiya rûpîvana deverên çandiniyê
Di belavoka giştî de zeviyên ji bo çandiniyê di kantonê de hatin diyarkirin, ew jî wiha ye:
Firehiyên avî: % 60 genim, % 25 hilbirînên weke nîsk û nok, % 15 çandiniyên havînê.
Firehiyên bejî: % 40 genim, % 40 ceh, % 15 hilberînên weke nîsk û nok, % 5 çandiniyên bêhndar.
Derbarê belavkirina tovê li ser cotkaran, Desteya Aborî û Rêveberiya Çandiniyê di belavoka xwe de, diyar kiriye ku 300 Kg tova genim ji bo yek hektar zeviyên avî hatiye destnîşankirin ku li cotkaran bê belavkirin.
Ji bo yek hektar zeviyê bejî jî, miqdarê 150 Kg tovê genim hatiye destnîşankirin ku li cotkaran bê belavkirin.
Belavkirina mazotê
Desteya Aborî û Rêveberiya çandiniyê miqdara mezotê ku berî destpêka demsala zivistanê ya sala 2017/2018’an li cotkaran bê belavkirin, destnîşan kir. Rêje û miqdarê mazotê dê were belavkirin wiha ye:
Ji bo her 1 hektar avî 400 – 800 litre ji bo avdanê ku li ser çar caran bê belavkirin û li gorî cûreya jeneratorê.
Ji bo her hektareke avî 70 litre ji bo cotkirin û amadekirina zeviyan ji çandiniyê re.
Ji bo her hektareke bejî 30 litre ji bo cotkirin û amadekirina ziviyan ji çandiniya genim û ceh re.
Ji bo baxçeyên darên berhemdar jî : Ji bo her hektarekê 60 litre mazot li ser du caran tê belavkirin:
Desteya Aborî û Rêveberiya Çandiniyê di belavoka giştî de got ku miqdarên hatine diyarkirin dê li gor serijmariya çandiniyê hatiye kirin bê belavkirin . Serjimariya Çandiniyê ji aliyê Rêveberiya Çandiniyê bi alîkariya Komîteyên Çandiniyê li hersê xetan û komînan, îsal hatiye kirin.
Cotkarên kantonê ji niha ve dest bi amadekirina zeviyên xwe dikin da di Cotmeh û Mijdarê de de dest bi çandiniyê bikin…ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*