Piştî DAIŞ’ê wê ti rola Îranê nemîne

0
14

Nûnera Taybet a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Neteweyên Yekbûyî (NY) Nikki Haley ragihand ku wan li Iraq û Sûriyê tevî hevpeymanên xwe yên herêmî pêşkeştin bi dest xistine.
Nikki Haley li ser pêvajoya piştî têkbirina DAIŞ’ê wiha axivî: “Em di heman demê de, li pêvajoya piştî DAIŞ’ê jî dinêrin. Dikarim vê bibêjim ku dê Îran di vê pêvajoyê de ne li ser dîreksiyon be. Dê Îran bi ti awayekî roleke lîdertiyê negire ser xwe.”
Haley diyar kir ku ew li Sûriyê bikaranîna çekên kîmyewî naxwazin bibînin û got, heta Sûriyeke aram nebînin tetmîn nabin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*