DYE li dijî referandûma serxwebûna başûr e

0
18

Qesra Spî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ti niyeta Amerîkayê tuneye ku piştgiriya referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê bike.
Berpirsa Ofîsa Çapemenî ya Qesra Spî Sarah Sanders derbarê referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê de daxuyanyeke nivîskî weşand û got: “Me hertim ji rayedarên kurd re gotiye ku referanduma serxwebûnê dê bandorê li tekoşîna dijî DAIŞê bike.”
Sarah Sanders di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: “Ji ber wê em daxwaz ji hikûmeta başûrê Kurdistanê dikin ku referandumê betalbike û dest bi diyalogeke cidî li gel Bexdayê bike ku Amerîkayê çendîn car desnîşan kiriye û amadeye di vî warî de piştgiriyê bike.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*