Gelê Rojava ji bo Ocalan timî li qadan e

0
19

Fikar û nerazîbûnên derbarê rewşa rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de her diçe zêdetir dibe. Gelê Rojavayê Kurdistanê jî bê navber ji bo rêberê xwe di nava çalakiyan de ye. Bi vê armancê li bajarên Dêrik û Dirbêsiyê jî meşên girseyî hatin lidarxistin û azadiya Ocalan hat xwestin.

Li hember tecrîda li ser rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş û çalakî yên gelê kurd yên li rojavayê Kurdistanê bê navber berdewam dikin.
Gelê Dêrikê bi duruşmeyên Bê Serok Jiyan Nabe, Azadî Ji Serok Apo re meşeke girseyî li darxist.
Di meşê de bi hezaran welatiyên herêma Dêrikê û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçer amade bûn. Kesên ku tevlî meşê bûn tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin û ji rêxistinên mirovî û hiqûqî xwestin ku ji bo diyarkirina rewşa Ocalan bixebitin.
Kesênku meşiyan li qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn. Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif axivî û da zanîn ku dewleta Tirk ji bo gelê Kurd ji Rêberê wê dûr bixe, tecrîd li ser wî ferz kiriye.
Hediye her wiha anî ziman ku hemû gelên binedest bi armanca şermezarkirina tecrîdê daketin qadan û wiha dewam kir: ″Bi saya vê felsefeyê, biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera hemû gelên Bakurê Sûriyê de pêk hat. Felsefeya neteweya demokratîk jî li ser vê felsfeyê hatiye hunandin″.
Hediye di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo zelalkirina rewşa Ocalan tev bigerin.
JIN JI BO OCALAN
MEŞIYAN
Jinên herêma Dirbesiyê jî, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke girseyî lidarxistin.
Meş li pêşiya navanda Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) destpê kir û heyanî navenda Kongreya Star berdewam kir.
Piştî deqeyekê rêzgirtine endama Kongreya Star Nesrîn Meimê daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; ʺEm tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji bo gel azad û bi rûmet bijî Rêber APO jiyana xwe feda kir. Kesek nikare roniya riya me ku bi fikir û felsefeya Rêber APO ronî bûye, bitefîne. Heyanî Rêberê me azad bibe em ê têbikoşinʺ..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*