Hezkirina xwe bi wêneyên mezin nîşan didin

0
15

Li kantona Efrînê çalakiyên cihê reng ji bo rewşa tendurustî û ewlehiya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dikin. Şêwekarên kantonê ji bo dilsoziya bi Ocalan re wêneyekî wî yê mezin amade dikin. Şêwekaran diyar kirin ku wêne di çend rojên pêş de xelas bibe.

6 şêwekarên kantona Efrînê mezintirîn wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li herêma Efrînê amade dikin.
Di çarçoveya çalakiyên banga zelalkirina rewşa tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî de 6 şêwekarên bajarê Efrînê ên girêdayî kargeha şêwekariyê ya Afrîner a Hunerên Estetîk ya Efrînê bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Efrînê ji bo hezkirin û girêdana xwe bi Rêber Ocalan re diyar bikin dest bi çêkirina mezintirîn wêneyê Rêber Ocalan kirin.
Şêwekaran di 2’yê Mijdarê de dest bi kar kirin û niha xebatên xwe li qada Azadî ya bajarê Efrînê dimeşînin. Li gorî şêwekaran dirêjahiya wêneyê 5 metre ne û peniya wê jî 3 metre ne.
Bi armanca piştgiriya vê çalakiyê gelek endamên saziyan û welatiyên kantonê serdana şêwekaran li qada Azadî kirin. Tê payîn ku wêne di van çend rojan de bi dawî bibe û dê li qadeke ji qadên Efrînê bê bicihkirin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*