Ji xenzîr post, ji Erdogan jî dost nabe

0
16

Kesê ku herî zêde zerar daye Suriyê teqez Erdogane. Yê rê vekir ku Sûriye tam bibe cîhekî behra xwînê carek din Erdogane.
Erê siyasetmedarên Sûriyê ango siyasetmedarên Baas ê bi siyasetên xwe yên dij gelan, netewperest û ji bo demokrasî ne vekirî jî bêguman, hiştin ku kesên wek Erdogan li ser Sûriyê siyasetên qirêj rêvebibin û heta bikaribin tevlîheviyên mezin jî rêxistin bikin.
Lê em bizanin ku kes ango dewleta herî zêde zerar daye gelên Sûriyê, dewleta Sûriyê; Erdogan û Tirkiye ye. Eger îro Sûriye perçe perçeye carek din sedemê xwe Erdoxane.
Lê tevî ku îro herkes -taybet jî hêzên Rojhilata Navîn- rastiya Erdoxan pir şûnber dizanin, dîsa bi Erdoxan re karan dikin, tifaqan çêdikin û heta caran bi wî re dostanî jî dikin.
Em wek kurdên azadîxwaz kêmek jî bibe Erdoxan dinasin. Kesê bi navê Erdoxan derveyî xwe ne kesekî diecibîne û ne jî ji kesekî hez dike. Heta kesê bi navê Erdoxan bi gotinek din tam narsîste ke. Derveyî vê: rastiya kesê bi navê Erdoxan tam bêbexte ke. Bêbextiyê ne tenê li hember dijminên xwe dike. Na, ev kesê bi navê Erdoxan dema berjewendiyên xwe li yekî ango li hinekan nebîne, di keliyê de dikare bîryara tunekirina wî kesî ango wan kesan bigire û bikeve tevgerê.
Em dûr neçin, kesêkî ku Erdoxan ji xwe re bira dîtî bû û pê re jî ew bir Jîyotînê, Beşar Esad bû. Qaşo bira Esad bû, lê dema êrîşa hêzên emperyal ser Lîbya ji xwe re guncav dît û vekirina deriyek nû nirxand, tavilê de Beşar Esad firot. Û Esad bu Ey Esed.
Baştirîn em dikarin dostaniya Erdoxan bi Fetulah Gulen re bînin ziman. Dema navê Fetulah bi lêv dikir, rondik ji çavên wî de dihatin xwarê. Dema digot Fetulah av diqerisîn. Lê heman Erdoxan dema ku berjewendiyên xwe wî re neman, Fetulah bû terorîstê herî mezin ê cîhanê. Bu kafirê kafiran û her wiha.
Mijara herî nêz jî derbarê birêz Mesud Barzanî bû. Çiqas pesin hene ji bo birêz Barzanî Erdoxan kir. Bir kongra partiya xwe, li Amedê bi taybetî pêşwazî kir û ala başûrê Kurdistan li balafirgeha Istanbûlê kişandin ezmanan û her wiha. Lê kengî berjewendiyên xwe xelas bû, got: “Ey Barzanî heddê xwe bizane” û erîşên salên dawî yên herî dijwar anîn ser birêz Barzanî. Nîvê axa Kurdistan, deriyên sînoran, balafirgehên heyîn hemû yek bi yek ji dest birêz Barzanî derxistin û heta neçar hiştin ku birêz Barzanî tevahî postên xwe jî berde.
Niha jî carek din hinek hêz bi Erdoxan re karan dimêşînin. Şuxulan dikin. Heta pir balkêşe ku Sûriye ango Beşar Esad bi Erdoxan û dewleta tirk bi hevre karên qirêj li Îdlîbê dimeşînin. Dewleta tirk bi raya û reya Sûriyê carek din li Sûriyê ye.
Lê em bizanin ku;
JI XENZÎR POST Û JI ERDOXAN JÎ QET DOST NABE
Bi hêviya ku êdî herkes vê rastiyê bibîne û li gore wê jî tevbigere!

Qasim ENGÎN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*