Sala 40. wê bibe sala pêngaveke nû

0
14

Endamê Komîteya Navendî Mûrad Karayilan piştî civîna Komîteya Navendî ya PKK’ê ku di 20-28’ê cotmehê de pêkhat daxuyaniyek da û diyar kir ku wê sala 40. ya PKK’ê bibe sala pêngaveke nû ya têkkoşînê.

Mûrad Karayilan, û destnîşan kir, ku sala 40. a PKK’ê wê bibe sala pêngaveke nû.
Piştî civîna Komîteya PKK’ê ya Navendî ku di navbera 20-28’ê cotmehê de hate lidarxistin, bi navê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mûrat Karayilan daxuyaniyek da. Karayilan diyar kir, ku têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê di pêvajoyeke dîrokî de ye û destnîşan kir, ku bûyerên li Kurdistan û Rojhilata Navîn qewimîne, rastiya nêrîn û ramanên Ocalan û PKK’ê piştrast kirine.
SALA PÊNGAVEKE NÛ
Karayilan wiha dewam kir: “Em weke Partiya Karkerên Kurdistanê salvegera xwe ya 39. temam dikin û dikevin sala 40. Dîroka têkoşîna me dîrokeke mezin e. Di vê dîrokê de, yên ku keda xwe heye Rêber Apo ye û şehîdên qehreman in.
Em weke partî, sala 40. dikarin bikin saleke mezin. Divê tevahî gelê me û dostên me zanibin, pêşveçûnên îro li Kurdistan û herêmê dibin hîn zêde bingeha şoreşa azadiya Kurdistan û şoreşa Rojhilata Navîn xurt dike. Sala 40. li Kurdistanê divê êdî bibe sala pêngaveke nû. Hemû pêşveçûnên heyî eşkere dikin ku divê em weke tevger û gel, vê serdema dîrokî teqez rast pêşwazî bikin. Pêşxistina têkoşîna azadiyê, pêşxistina yekîtiya neteweyî û birêxistinkirina pêngaveke nû ya azadiya Rêber Apo û azadiya Kurdistanê ji bo me erka salê ye, esasî ye.
SALEKE JI RÊZÊ NÎNE
Li her deverê divê em ji bo azadiya Rêber Apo û di vê serdema dîrokî de ji bo çareseriya pirsgirêka gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi berpirsyarî nêz bibin û em zanin ku ev sala li pêş me, sala 40. a PKK’ê ne saleke ji rêzê ye. Saleke dîrokî ye. Di vê salê de biryar û nêzîkatiya me ew e, ku em dikarin di meşa azadiya Kurdistanê de destketiyên mezin bigirin. Ji bo vê jî em bi taybetî bi hêza gel, bi pêşxistina rêxistina gel, bi çalakiyên gelêrî li hundir û derveyî welat divê hîn zêdetir bilind bikin. Em dixwazin vê salê bi rastî jî bikin sala têkoşîna mezin.
DIVÊ HER KES TEVLÎ VÊ PÊVAJOYÊ BIBE
Di vê çarçoveyê de ji bo tevahiya gelê Kurdistanê, ji bo hemû siyasetmedar, kesayetên mafên mirovan ên li Kurdistan, ji bo tevahiya dostên têkoşîna azadî û demokrasiyê banga me ew e, ku her kes beşdarî vê sala dîrokî bibe. Bi vî rengî em bikin sala mezin, sala yekîtiya neteweyî, sala serketina şoreşê, sala azadiya gelan, sala azadiya Rêber Apo û sala azadiya Kurdistanê. Meşa me ya di vê rêyê de wê meşeke mezin be.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*