4 gund hatin rizgarkirin, 11 çete hatin kuştin

0
12

Pêşdeçûnên şervanên Pêngava Bagera Cizîrê didomin. Şervanan 4 gund ji destê çeteyan rizgarkirin û 11 çete jî hatin kuştin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja xwe ya 59’an de ye bi hemû leza xwe didome û şervan pêşve diçin. Şervanan bi ser çend gundên di destê çeteyan de girt.
Di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî dijwar rû da. Di encama şer de gundên EL Hacî, El Hecnan, Taayeb El Faal û Şekir 4 gund hatin rizgarkirin û 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
DEPOYEKE MAYÎNAN HAT DÎTIN
Ji aliyê din ve Asayîşa Dêra Zorê, di encama operasyoneke taybet de depoyeke mayinên çeteyên DAIŞ’ê dîtin.
Li bejahiya Dêra Zorê, ku Pêngava Bagera Cizîrê ya şervanên QSD’ê bi rengekî serketî dewam dike, hêzên Asayîşa Dêra Zorê li gundê Hamîde yê ku berî niha hatibû rizgarkirin operasyonek pêk anîn.
Di vê operasyona lêgerîn û paqijkirinê de, hêzên Asayîşê depoyeke mayinan a çeteyên DAIŞ’ê dîtin û kontrol kirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*