Dev ji serxwebûnê berdan, teslîmiyetê kûr dikin

0
12

Nêçîrvan Barzanî gilî û gazin ji hikumeta Bexdayê kir û got, ew amade ne di berdêla 17 ji sedî ya budçeyê de temamiya aboriyê Başûr radestî Bexdayê bike. Barzanî her wiha got, “Em dostanî û alîkariya dewletên Tirk û Îranê ji bîr nakin.”
Îro li bajarê Hewlêrê Desteya Wezîran a Hikumeta Başûrê Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî civiya…
Piştî civînê Barzanî daxuaniyek da çapemeniyê…
Têkildarî êrişên 16’ê Cotmehê û radestkirina herêmên Başûrê Kurdistanê, diyar kir ku ew dixwazin pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin..
EM AMADE NE PETROLÊ RADESTÎ IRAQÊ BIKIN
Ji bo vê jî, Nêçîrvan Barzanî peyama dayîna tawîzan da û wiha got:
“Eger hikumeta navendî 17 ji sedî yê budçeya Iraqê ji bo herêmê veqetîne, em amade ne hemû hatinên petrolê teslîmî wan bikin.”
Nêçîrvan Barzanî ku beriya 25’ê Îlonê behsa serxwebûna Kuridstanê dikir, îro bang li hikumeta Bexdayê kir da ku di çarçoveya destûra bingehîn a Iraqê de, mafê gelê Kurd li Başûr nas bike.
Li ser pirsa gelo wê ti hevdîtinên wî li gel dewleta Tirk çêbibe yan na, Nêçîrvan Barzanî ev bersiv da:
“Em ê ti carî alîkariya dewleta Tirk a cîran jibîr nekin. Ji destpêka salên 90’î ve deriyê xwe ji bo me vekir. Tevî ku heta vê gavê ti nîşaneyeke hevdîtinê tine ye jî, lê em hêvîdarin dewleta Tirk alîkariya xwe bi me re dewam bike.”
Nêçîrvan Barzanî di dewamiya axaftina xwe de, diyar kir ku hewlên wî zêde ne da ku pêwendiya li gel Tirkiyê û Îranê baş bibe.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*