Ji bo Ocalan rawestan tune ye

0
12

Li Rojava û Bakurê Sûriyê gel bê rawestan ji bo Ocalan di nava liv û tevgerê de ye.
Mitînga ku ji bo azadiya Ocalan li bajarê Helebê hat organîzekirin bi serdana nûnerên saziyên sivîl didome.
Du roja duyem a çalakiyê de Endamên TEV-DEM′ê û komînên xetên Şehîd Gelhat û Şehîd Rûbar, PYD′ê, Hevbendiya Niştîmanî ya Demokratîk, MSD′ê, Heyva Sor a Kurd, Şaredariya Gel û KPC-Demokratîk amade bûn. Her wiha semînerek li ser jiyana Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna wî hat dayîn.
Hevserokê Meclîsa TEV-DEM′ê ya Helebê Mihemed Şêxo û Endamên TEV-DEM′ê Ehmed Ebdo û Zeyneb Mustefa, Hevsarokê MSD′ê li Helebê Mirî Şiblî, Endamê Rêveberiya Heyva Sor a Kurd Welat Memo û Endama KPC-Demokratîk Hêvîn Ebdo, axivîn.
Kesên ku axivîn dane zanîn ku welatiyên bajarê Helebê ji bo diyarkirina rewşa Ocalan çalakiyan organîze dikin û gotin ku ew ê çalakiyên xwe heta azadkirina Ocalan bidomînin. Her wiha komploya navneteweyî ya ku di kesayeta Rêbertiyê de li dijî tevahî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pêk hat, şermezar kirin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*