Lîsteyên bernamzetan tên pêşkêşkirin

0
13

Gelên li Bakurê Sûriyê xwe ji bo qonaxa duyemîn ya hilbijartinan amade dikin. Bi nêzîkbûna hilbijartinan re jî kelecan her diçe zêde dibe. Partî û rêxistinên Bakurê Sûriyê lîsteyên bernamzetên xwe pêşkêşî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dikin.

Li bakurê Sûriyê xebat û heyecana hilbijartinan bi lez didome. Rêxistin û partî lîsteyên bernamzetan pêşkêşî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dikin.
Hevbendiya Neteweya Demokratîk ku ji 16 partî û rêxistinên siyasî yên herêma Cizîrê pêk tên lîsteya bernamzetên xwe pêşkêşî Komîseriya Bilind a Hilbijartinan kir.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêmên Bakurê Sûriyê bernamzetiya ji bo hilbijartinên Meclîsan ji 17′ê Cotmehê heta 5′ê Mijdarê diyar kiribû. Lê ev dem li ser daxwaza partî û rêxistinên siyasî hat dirêjkirin. Di vê çarçoveyê de, Hevbendiya Neteweya Demokratîk ku ji 16 partî û rêxistinên siyasî yên herêma Cizîrê pêk tê lîsteya bernamzetên xwe pêşkêşî Komîseriyê kir.
BERNAMZETÊN
KANTONA GIRÊ SPÎ
Hejmara bernamzetên hilbijartinên rêveberiyên herêmî (meclîsên şaredariyên navçe û bajaran) yên Girê Spî gihişt 491 bernamzetî.
Hejmara bernamzetên rêveberên herêmî yên giştî katnona Girê Spî gihiştine 491.
Belavkirina wan wiha ye: bernamzetên yên navenda Kantonê 62 kesin, 31 ji wan jin in. Hejmara bernamzetan li navçeyên Eyn Îsa û Silûk gihiştiye 126 kesan ji van 63 jin in, hejmara bernamzetên bajarokan jî gihiştiye 266 kesên û ji wan 133 jin in.
Hejmara bernamzetên serbixwe yên Girî Spî 37 kes in.
Qebûlkirina navên namzetan wê heta 10`ê mehê berdewam bike.
LI EFRÎNÊ LÎSTE HATIN PÊŞKÊŞ KIRIN
Hevgirtina Netewa Demorkaîtk û partiyên siyasî yên Efrînê lîsteyên xwe yên hilbijartinan pêşkêşî Komseriya Bilind a Hilbijartinan kirin.
Komseriya Bilind a Hilbijartinan herêmên Bakurê Sûriyê dema qebûlkirina navên bernamzetên ji bo rêveberiyên herêmî heta roja 17’ê cotmehê diyar kiribû û paşê li ser daxwaza komên siyasî û partiyan dema wê hat dirêj kirin.
Partiyên PYD, Demokratîk a Kurd a Sûriyê ku cihê xwe di nava Hevgirtina Netewa Demokratîk de digirin, navên lîsteyên namzetên xwe pêşkêşî Komseriyê kirin.
Hejmara namzetên Hevgirtina Netewa Demokratîk ên li bajar 123 kes in, li navçeya Bilbilê 81, li navçeya Şera 146 û li Mabata 188 in.
Şandeya Hevgirtina Niştimanî ya Demorkratîk a Sûriyê jî serdana Navenda Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Efrînê kir û lîsteya navên bernamzetên xwe ku hejmara wan 20 û ji hemû pêkhateyan pêşkêş kirin.
Hejmara bernamzetên serbiwe yên daxwaznameyên xwe pêşkêş kirine jî 8 kes in.
Komseriya Bilind a Hilbijartinan li Efrînê diyar kir ku wê dest bi lêkolîn kirina daxwaznameyên bernamzetan bikin û di 12’ê mijdarê de navê namzetan diyar bibe..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*