Çand e, debar e, geşkirin e, berhemdar e

0
17

Li kantona Efrînê demsala zeytûn komkirinê dest pê kiriye. Xelkê kantonê dîsa vê demsala payîzê li bin darên zeytûne û zeytûnan kom dikin.

Kantona Efrînê bi zeyt û zetûnên xwe navdar e. Xelkên kantona Efrînê ji dehên salan ve bi milyonan darên zeytûnan çandin e. Dara zeytûnê hem bi berhemên xwe û hem jî bi afirandina derfetên kar ji welatiyan re xwedî dewlemendiyekê ye.
Wek her sal welatiyên Kantonan li hember gefên dewleta Tirk bi qasî rehên dara zeytûnê ku di nava axê de xwe girtiye li ber xwe didin. Ji serê sibehan de welatî berê xwe didin nava zeviyên xwe û ji bo debara jiyana xwe heya dawiya rojê zeytûnan diçinin. Lê; berhemên ku zeytûn dide ne tenê ji bo xwarinê ye. Di heman demê gelek sûd jê tê girtin, her wiha ji bo geşkirina aboriya welatiyan jî xwedî rolekî mezine û di nava xwe de jî çanda kolektîv bi pêş dixe.
ÇANDEKE Lİ
BER XWE DİDE
Çandin û çinîna zeytûnan li ba Efrîniyan çandeke gelêrî û kevnar e. Ji ber wê dema mirov dibêje “Efrîn” Zeytûn tê bîra wî. Dewleta Tirk çawa ku li bakûrê kurdistanê çanda kurdan li Heskîfê û Sûra Amedê bin pêdike li dijî xaka Efrînê jî heman polîtîkaya qirêj dimeşîne. Ji ber vê yekê ji dema ku êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê zêde bûne darên zeytûnê yên li gundên nêzî sînor hildike. Li gor daneyên saziyên peywendîdar li kantona Efrînê di navber salên 2016-2017 heya dawiya havîna 2017’an dewleta Tirk ji bo avakirina dîwarê şermê bihtirî 8000 darên zetyûnan hilkiriye her wiha bi qasî 30 hezarHÎKTAR erd jî dagir kiriye. Ji wê zêdetir jî, dema welatiyên Efrînê çinîna darên xwe dikin, yên li ser sînor rastî engelan ji aliyê leşkerên tirk ve tên.
ABORİYA XWE GEŞ DİKİN
Çinîna Zeytûnan ji bo gelek welatiyên Efrînê karê dabarkirına jiyanê ye. Îsal karkerên Efrînê ji bo rojekê 3000 lîre berdêla xebata xwe ya rojekê di nava zeviyan de hatiye destnîşankirin. her wiha saetên xebatê ji 7’ê sibehê heya 3’ê piştî nîvro diqede. Ji ber vê yekê bi hezaran welatî di demsala zeytûnan de derfetên kar ji bo wan tê afrinadin û di nav gel de aborî heya astekê geş dibe.
YA HERÎ ZÊDE JİN E
Di nav welatiyên ku karê çinîna zeytûnan dikin jin e. Di nava komeke kerkeran de ya herî zêde dixebite jin e. Ji nava 10 kesan belkî mirov yek an du mêran bibîne. Jinên ku di nava zeviyan de dixebtin ji Rojnameya me re gotin “ çinîna zeytûnan ji bo me girînge ji ber ku em debara xwe ya jiyanê dikin, lê ya girîngtir ew e ku çandeke û divê neyê winda kirin, çawa ku ya destpêkê çandînî vedît jin bû divê jin xwedî li mîrateya xwe derkeve”
KAREKÎ HEVPAR E
Karê çinîna zeytûnan karekî bi çend mirovan nayê meşandin. Bi serê xwe çûyîna nava zeviyê û çinîna zeytûnan çandeke. Hin malbatên mezin bi serê xwe diçin zeviyên xwe diçinin. Lê yên nikaribin bi riya karkeran diçinin.
Yê ku girûpa karkeran bi rêve dibe jê re dibêjin “çawîş” çawîş jî bi du caran ji rojnaya karekeran pereyan distîne. Çawîş berpirsiyarê rêxistinkirina girûpê ye ku bikaribe di zûtirîn dem de çinînê bi dawî bike. Karker jî tevî ku her yek ji malbat an gundekî ye, lê di nava xwe de wek malbatekê kar parve dikin û di dema firavînê de bi hev û din re xwarinê amede dikin û pariyên xwe parve dikin.
BERHEM NE TENÊ
ZEYT Û ZEYTÛN E
Berhemên ku dara zeyûnê dide, ne tenê zeyt û zeytûn e. Ji dendikên zeytûnê jî gelek berhem tên derxistin. Ji nav wan berheman ji dendika zeytûnê medeykê çêdibe navê wê BÊRÎN e. Ev made di karegehên cuda de tê çêkirin. Ji vê madeyê qalibên bêrînê tên çêkirin û ji bo zivistanê di ber êzingên darê re malbat xwe li ber germ dikin. her wiha berî dendika zeytûnê bibe bêrîn, bi maşîneyekê tê guvaştin û zeytek tal û reş jê derdikeve, ew zeyt jî di çêkirina sabûna Xar de tê bikar anîn.

Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*