Waşokanî

0
10

Berî çend salan weke van rojan, wek her dem, kêlî û efsaneya berxwedana Rojava dilê kurdan li waşokaniyê lê dida. Li Serêkaniyê ku hindek mabû bê radestkirin, ji aliyê hin kesên firoşkar dîroka kurdan xwestin bin pêbikin.
Wê demê plana ku dihat kirin ew bû ku çi bajarên Rojava hene ji hev û din qut kin. Çawa ku niha dagirkeriya tirk riya di navber Koban û Efrîn de girtiyê û herêmên Şheba dagirkiriye. Plana wê demê jî ew bû. Li Rojhilatî Serêkaniyê gundê Elûk heye, ev gund gelek stratejîk bû. Ger biketa destê çetayan ewê Serêkaniyê ji laşê Cezîrê bi benseyan jêkiribana. lê şervanên YPG YPJ rê ne dan û li hember vê planê bi lehnegiyek mezin li ber xwe dan.
Beşek ji plangirên wê demê ta roja me ya îro bi perspektîfên dewleta tirk dimeşin û heya roja me ya îro dev ji planên xwe bernedan e. Ew kes jî bêyî mirov behsa wan bike tên naskirin ku niha jî dixwazin ji xwe re civîn û kongreyan li dar bixin.
Pêre, pêra, bajarok li dû bajrok, gund li dû gund her wiha Tilhelfa şaristanî bi destê hêviyên rojê hat rizgarkirin. Berxwedana li Serêkaniyê hat meşandin bû destpêka riya azadkirina xak û welatiyên ji hemû pêkhateyan.
Serêkaniyê li hember çanda radestbûyînê bû bend û xwespartina erzan a ji bo dagirkeran ne pejirand.
Ciwanên Kurd di şoreşa Rojava de her wiha li Serêkaniyê dîrokeke bi lehengiya ciwanên Kurd bi xwîna xwe nivîsandin. Li hemberî Cebhet El-Nusra şerê kolanan kirin, her wiha li hemberî gotegotên ku wê Serêkaniyê têkbiçe û ji serkeftine bawer bûn, ji bilî berxwedanê tu çare ji xwe re nedîtin.
Di miha bihûrî de, li seranserî Kurdistanê dilê her kurdekî bi facîaaya radestkirina Kerkûk û 10 bajarên din yên başûr re rû bi rû man. Gelê kurd her tim bi qehremanî û wêrekî hatiye naskirin; lê hêzên siyasî û xanedaniya malbatî li başûr ev xislet binpêkirin û dîsa kurd bi lawaziya xwe kirin benîştê li ser zimanan. Ji lewra divê hemû kurdperwerên li başûr vê rastiyê baş bizanibin û li bermaber çanda radestbûyînê serî hildin. Divê ji xwe re barxwedanî û lehengiya li Rojava bi pêş dikeve bingeh bigirin. Her wiha ji vîna gerlîyên ku her roj li dijî dagirkeriya Tirkiyê ku derbên giran lê dide hêz û moralê bigirin û nehêlin ku rewşa derketiye holê bi wan bandor bike.

Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*