Li Minbicê Hêzên Parastina Civakî tê avakirin

0
10

Li bajarê Minbicê Hêzên Parastina Civakî tê avakirin û ciwanên bajêr beşdarî nava refên wê dibin.
Di civîna têkildarî avakirina Hêzên Parastina Civakê de bi dehan welatî û ciwanên Minbicê amade bûn. Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endamê Rêveberiya HPC′ê li Minbicê Ebdullah Eqîd axivî, parastina civakî şîrove kir û wiha got: ″Parastina civakê erkeke exlaqî ye, dikeve ser mile hemû ciwanên bajêr”
Eqîd anî ziman ku wê HPC′ê piştî dewreyên perwerdeyê li gel Hêzên Ewlehiya Hundirîn parastina bajarê Minbicê bikin.
Piştî civînê 50 ciwanên bajêr beşdarî HPC′ê bûn.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*