Qanûna Erka Xweparastinê dewrî Meclîsê tê kirin

0
9

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk wê qanûna Erka Xweparstinê dewrê Melcîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê bike.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê civînek lidarxist. Civîn bi beşdarbûna Hevserokê Melîsa Rêveber Hind El-Elî, Hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Elî Xalid û hejmarek hevserokên komîteyên Meclîsa Rêveber hate lidarxistin.Di civînê e Komîteya Parastinê qanûna Erka Xweparastinê nîqaş kir û ji aliyê Meclîsa Rêveber a Demokratîk a herêma Tebqayê hate destnîşankirin.
Piştî projeya qanûnê ji aliyê rêveberiya bajar ve hate erêkirin, wê qanûn dewrî Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê were kirin da ku bixînin dengdayînê. Piştî Meclîsa Zagonsaz erê bike wê li herêma Tebqayê bikeve meriyetê.
Wê di dengdayîn di meha Qanûnê de pêk were..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*