Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê berfireh dibe

0
6

Meclisa Xweseriya Demokratîk a li Şengalê ji aliyê YE, DYA û Iraqê ve bi erênî tê pêşwazîkirin, eşîrên Tirkmenên şîî û erebên sunnî jî beşdarî nava meclisê dibin.
Piştî DAIŞ’ê li Şengalê fermana 73’yan pêk anî, di 20’ê Tebaxa 2017’an de li Şengalê Meclisa Xweseriya Demokratîk hat îlankirin, ji wê rojê ve xebat bê navber dewam dikin. Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk Hecî Hesen Piso anî ziman ku projeya wan pêşniyar kiriye, hem Bexda, hem Ewropa, hem Amerîka û hem jî hêzên herêmê bi erênî pêşwazî dikin. Piso destnîşan kir ku ne tenê civaka êzidî, eşîrên tirkmen û erebên sunnî yên li Tel Afer û derûdora wê jî bi erênî nêzikî projeya wan dibin.

MECLISA XWESER

Piso da zanîn ku projeya wan xweseriya demokratîk e, ew pergaleke çawa dixwazin wan ji hemû aliyan re ragihandiye, rojên berê meclisek ava kirine û di vê çarçoveyê de xebatên xwe meşandine. Piso piştrast kir ku di 30’yê Gulanê de vê meclisê xwe nû kiriye, meclis niha xwe di bin navê meclisa xweseriya demokratîk de bi rêxistin dike.

NÊZIKATIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ

Piso anî ziman projeya ku wan amade kiriye, pêşkêşî Yekitiya Ewropayê (YE), Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Parlamentoya Ewropayê (PE) û Hikumeta Iraqê kiriye û wiha axivî: “Armanca me ya li vir ew e, divê civaka êzidî yekitiyekê ava bike. Bibin hêzekî û li xwe vegerin. Berî bûyerên Kerkûkê em bi Bexda û YE’yê re rûniştin. Sedî 80 erênî pêşwazî dikin.”..MA / Nazim Daştan – Selamî Aslan

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*