Gel saya fikrên Ocalan azadbûn

0
9

Rêveberê Partiya Yekîtiya Suryan Gabrîel Şemûn diyar kir ku rewşa ewlehî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji wan girîng e û da zanîn ku gelên herêmê bi fikrên Ocalan azad dibin. Şemûn wiha got; “Hemû pêkhate xwedî li felsefeya Neteweya Demokratîk derdikevin. Em piştgiriya vê felsefeyê dikin, ev felsefeya xelaskirina ji hişmendiya desthildari yê ye.”

Berpirsyarê Partiya Yekîtiya Suryan Gabriyel Şemûn diyar ku bi saya fikr û felefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelan azadiya xwe bi dest xistin û bang li rêxistinên navdewletî kir ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bike da ku rewşa Ocalan zelal bike.
Berpirsyarê Partiya Yekîtiya Suryan Gabriyel Şemûn nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan nixand.
Şemûn diyar ku Ocalan felsefeya netewî, li ser esasê jiyana hevbeş a di navbera hemû gelan de ava kir. Bi felesefeya Ocalan projeyeke hevbeş li gorî xwestekên hemû pêkhateyan pêş ketiye. Şemûn got: ” Em wekî Partiya Yekîtiya Suryan piştgiriyê didin felsefeya Rêber Ocalan.”
Gabriyel Şemûn di berdewama axaftina xwe de bang li rêxistinên navdewletî kir ku zextê li hikûmeta Tirkiyê bikin da ku rewşa Ocalan diyar bike û destur bide malbat û parêzeran ku hevdîtinan bi wê re pêk bînin. Şêmûn wiha dewam kir; “bi salane dîl girtina Ocalan tecrîd bi xwe ye, ji bilî vê yekê jî di çend salên dawî de, destur nayê dayîn ku malbat û parêzer biçin hevdîtinan pêk bînin. Em bang li rêxisitnên navdewletî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin ku rewşa Rêber Ocalan zelal bike û rê bide malbat û parêzeran ku biçin serdana wî bikin.”
Rêveberê Partiya Yekîtiya Suryan Gabriyel Şemûn anî ziman ku naskirina rewşa Ocalan ji bo wan girîng e û wiha got: “Bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan gelan azadiya xwe bi dest xistin. Di serî de gelê kurd . Hemû pêkhate xwedî li felsefeya Neteweya Demokratîk derdikevin. Em piştgiriya vê felsefeyê dikin, ev felsefeya xelaskirina ji hişmendiya desthildar a navendî ye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*