Hewldanên hevgirtin ji bo pêşxistina aboriya civakê

0
6

Armaca kooperatîfên hevgirtinê ew e kê qada aboriya civakê pêş bixe û ambargoyê bişkîne.
Endama Saziya Hevgirtinê ya bajarê Qamişlo Nesriya Mehmûd li ser kar û xebatên Hevgirtinê axivî û diyar kir ku saziya hevgirtinê du sal berê hatiye vekirin pêdiviyên xwarinê tên firotin.
Nesriya da zanîn ku ji ber bihayê zêde yên sûkan gelek kes tên hevgirtinê kirrînê dikin.
Nesriya diyar kir ku jin û mêr bi hevre li hevgirtinê dixebtin û got, heta niha 4644 kes beşdar bûne.
Endma saziya hevgirtinê Nesriya Mehmûd di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku tevlî koperatîfan bibin û got: “Jin dikare asta aboriya civakê pêşbixe, ji ber ku jin stuna aboriya civakê ye.”
Yek ji xebatkarê koperatîfê yê bi navê Fuad Mûrad anî ziman ku ji bo pêşxistina aboriya civakê û xwe têrkirina herêmê ev hevgirtin gavek girînge.” Jina xebatkara Hevgirtinê ya bi navê Zerga Hemû jî divê asta tevlîbûna koperatîfan xurtir be, ji ber ku projeyên koperatîfan jiyana hevbeş û komînal dide avakirin.”

Melek DEMÎRTAŞ

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*