Li dibistanên Qamişlo rewşa perwerdê

0
7

Zêdetirî 2 mehan li ser vekirina dibistanên li Bakurê Sûriyê re derbas bû, xwendekar bi çoşeke mezin berê xwe didin dibistanan û perwerdeyên xwe yên li ser branşan dibînin.
BİRANŞ Û RÊBAZÊN HÎNKİRİNÊ
Endama rêveberiya dibistana Şehîd Sebouh Tateus Azad Evîn Hewas Elî da zanîn ku xebatên qurs û branşan baş tê meşandin û wiha axivî: “mamoste jî kedeke mezin didin û baş xwendekaran fêr dikin. Hêjmara xwendakrên ku beşdar dibin jî başe û.”
PÊDİVÎYÊN KU DİVÊ BÊN DAYÎN
Evîn dest nîşan kir ku hin pêdiviyên xizmetguzariyê di nava dibistanan de kêmin û wiha dewam kir: “xwendekar daxwaziya alavên werzîşê dikin, ji bo wê em ji saziyên têkildare dixwazin ku mîna van pêdiviyan peydakin. Her wiha ji bo ku em mafê branşa werzîşê bidin û xwendekar jî dema xwe baş derbas bikin.”
TEVLÊBÛN JI SALÊN BERÊ ZÊDETIRE
Mamosteya dibistana seretayî a Ehmed Mirêwid Şemala jî li ser rêbazên dayîna waneyan axivî û diyar kir ku her mamosteyek li gorî biranşên xwe li refa hatin erkdarkirin. Şemala da zanîn ku tevlîbûna xwendekaran ji salên din zêdetire.”
Şemala wiha dewam kir; “ji ber dereng mayîna belav kirina pirtûkan di despêkê de hin zehmetî hatin kişandin. Piştî belav kirina pirtûkan ev kêmasî hate derbaskirin, lê em ji Desteya Perwerdê dixwazin ku cilê şagirtan bikin yek.”
XWESTEKA FÊRBÛNA ZIMANÊ KURDÎ
Mamosteya dibistana navîn ya Zehra Nalîn Omo jî diyar kir ku ew di mijara branşên bi zimanê kurdî de ti pirsgrêk nejiyane û da zanîn ku hêjmara xwendekaran ji salên borî zêdetire û xwendekar bi coşeke mezin fêrî zimanê kurdî dibin.”
HÊJMARA MOMESTEYAN KÊM E
Mamosteya Dibistana Elî Bintalib a seretayî Ebîr Elebasî jî diyar kir ku hejmara şagirtan gihiştiye 400’î û got, mamoste piştî qedendina dema dibistinê jî zarokan perwerde dikin.
Ebîr destnîşan kir ku li dibistanê pirsgirêkên weke av û elektrîkê û her wiha kêmbûna hêjmara mamosteyan heye.. Ronahî/Qamişlo

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*