Projeyên ji bo malbatên şehîdan

0
10

Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan Necah Silêman derbarê xebat û projeyên wan yên derbarê malbatên şehîdan de diyar kir ku ew li gor derfetên xwe hewl didin ku projeyên danîne pêşiya xwe pêk bînin.
Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan Necah Silêman li ser xebat û projeyên wan yên derbarê malbatên şehîdan de axivî. Necah diyar kir ku wan weke deste alîkariya zarokên şehîdan ya ji bo sala nû ya perwredê kirine û wiha got; “em alîkariya malbatên şehîdan dikin. Yên bê mal hebin, em ê wan jî di dema pêş de li gundê JINWAR ku ber bi qedandinê ye, bi cih bikin.”
Necah wiha dewam kir: “Di demên pêşde li gelek deveran wê dikanên frotina pêdiviyên xwarinê vebin û berhemên wan jî taybet li malbatên şahîdan bê belav kirin. Li ser projeya vekirina yaneyek werzîşê ji bo zarokên şehîdan dixebitin û dibistanên taybet ji wanre vekin. Li malabatên şehîdan derketin erk û berpirsyartiya hemû civakê ye..”Ronahî/Qamişlo

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*