Amedekariyên hilbijartinan ber bi dawiyê ve

0
12

Li herêma Efrînê xebatên hilbijartinên meclîsan ber bi dawiyê ve diçe. Endamên Komîseriya Bilind a hilbijartinan li Kantona Şehba û Efrînê diyar kirin ku xebatên hilbijartinan ber temam bûne û li kantonan navendên dengdayînê û ji bo sandoqan jî wezîfedar hatine amade kirin.

Li herêma Efrînê bi herdû kantonên xwe amedekariyên hilbijartinên meclîsan hêdî hêdî ber bi dawiyê ve diçin. Di derbarê girîngî û amedekariyên van hilbijartinan her wiha rola jinê Rojnameya Ronahî serdana herdû komeseriyên bilind yên hilbijartinan li Kantona Efrîn û Şehbayê kir.
Jİ SEDÎ 70 AMEDE NE
Endamê Komîseriya Bilind a hilbijartinan li Kantona Şehbayê Hisên Wilo da zanîn ku li Şehbayê yek lîste heye ew jî ya «Şehbaya pêşerojê ye» û da zanîn ku ev lîste ji yekîtiya di navber Hevbendiya niştîmanî a demokratîk a Sûrî û meclisên rêvebir yê Şehbayê pêk tê. Ev lîste jî ji 70 namzetan pêk tê. Her wiha li kêleka wê jî lîsteya kesên serbixwe jî heye, ew jî ji 14 kesan pêk tê.
Wilo diyar kir ku «ji ber li Şehbayê bajarok nînin, wê tenê 2 sendoq bê danîn, yek ji bo navçeyan û ya din jî ji bo kantonê, her wiha hejmara navçeyan jî 4 in (Til rifeat»Arfad» Kefernaya, Ehrezê, Fafînê)
Hisên Wilo di derbarê rêxistinkirina navendên dengdayînê de jî ev agahî dan « li kantona Şehbayên 10 navend hatine amedekirin, li kantona Efrînê ku piraniya xelkê Şehbayên lê niştecih bûne jî 9 navend hatine amedekirin. Her wiha ji bo sendoqan jî 70 mamoste hatine amedekirin.
Wilo di dawiya axaftina xwe de dazanîn ku ji ber xumav di konaxa yekemîn a hilbijatinan de ji tiliyên welatiyan zû diçû, bi cureyek nû ya xumavê wê dengdayîn bên destpêkirin.
JİNA ŞEHBAYÎ
TİRS ŞİKAND
Endama Komîseriya bilndi a hilbijartina li Kantona şehabyê Mîdiya Şakir da zanîn ku di konaxa duyemîn de hejmara jinên naMzet giha 100›î ev jî nîşaneya şikandina tirsa jina Şehbayî nîşan dide.
Mîdiya got; “gelemperiya jinên namzet yên xwedî nasname û di asta xwendina wan de jî gelek kesên pêşketî hene.»
Jİ 600 ZÊDETİR NAMZETÊN JİN
Hevseroka komîseriya Bilind a Hilbjartinan li Kantona Efrînê Nisrîn Elbîd rola jinê di hilbjartinan anî ziman û got: “Di qonaxa yekê de zehmetî hat kişandin heta ku me hevserokatî û bernamzetî bi jinê da naskirin. Jin ji xwe bê bawer û bi tirs nêzî bernamzetiyê û hilbjartinan bû. Di qonaxa duyemîn ya hilbjartian de guhartin çêbû. Nêzîkbûn û asta tevlîbûna jinê ji hilbjartinê re baş bû. Jin gihiştiye astekî dikare civakê bi rêve bibe û xwe di hemû sazî û desteyan de bibîne. Niha rêjeya bernamzetên jin ghiştiyê 611 namzetvan. Divê jin rola xwe bilêze û bi erka xwe ya berpirsyarbûna bi rêvebirina civakê rabe.”
ENCAMA KEDÊ YE
Rêvebira odeya hilbjartinan li Kantona Efrînê Roşîn Hido li ser pêşengtiya jinê di meclîs û saziyan de axivî û got: “di civaka me de her tim vîn û keda jinê hatiye şikandin, mêjiyê nêr a desthilatdar bi pêşketiye. Li bakurê Sûriyê jî bi riya Felsfeya Rêber APO ya azad Şoreşa guhartinê û jiyanek nû û wekhev li dar e. Jinê jî di vê şoreşê de gavên girîng avêtiye û hebûna xwe di nav civakê de tekez kiriye. Ji lewra beşdarbûna jinê ji bernamzetiyê re bi kedê hatiye. Cih girtina jinê di meclîs, komîn û hemû saziyan de guhartinek di şoreşê de çêdike û civakek azad û wekhev bi pêşdixe.”

Avşîn ÎBRAHÎM/ Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*