Hêjmara yekemîn ya kovara “Sîwan” derket

0
6

Desteya Çand’ê hêjmara yekemîn ya kovara xwe ya bi navê Sîwan.
Bi armanca belavkirina çanda resen û nirxandina karê Desteya Çand’ê, Desteya Çandê dest bi karê xwe yê kovarê kir û hêjmara yekemîn a kovara xwe ya bi navê Sîwan a fikrî, çandî û civakî weşand.
Di hêjmara yekemîn ya kovarê de bal hate kişandin ser çend xalên sereke yên girêdayî çand û hunera hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê û girêdana wê bi civakê re. Gotarên li ser şoreş, parastina çandê û jina rewşenbîr. Her wiha di kovarê de cih ji bo lêkolînên li ser mijarên cur be cur û hevpeyvînên bi hunermend û wêjevanan re.
Kovara Sîwan wê her sê mehan carekê ji aliyê Desteya Çandê ve were weşandin.Ronahî \Qamişlo

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*