Em li ser şopa rêber Apo ne

0
5

Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê tecrîda girkankirî li ser Rêberê gelên kurdistanê Abdulah Ocalan şermezar kir û xwest demildest dewleta Tirk a faşîst derbarê ewlehî û tendirustiya Rêber APO de civakê agahdar bike.
Li qada şehîdan a li pêşiya şaredariya navendî ya Kantona Efrînê Yekîtiya Rewşenbîran- Efrîn bi amadebûna hemû endamên yekîtiyê û gelek endamên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, di derbarê tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelên Kurdistanê Abdulah Ocalan de bi raya giştî re daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniya Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê de hat gotin ku ew di derbarê ewlehî û tendirustiya Rêber APO de bi fikarin..
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ziman: “Armanca siyaseta faşîzane ya hikûmeta AKP’ê ew eku jiyana azad û biratiya gelan ya ku rêber Apo avakiriye têk bibe. Di pêvajoya awarte ya dîroka herêmê de ku bûye qadeke pevçûnên navdewletî, rêber Apo û paradîgmaya wî buye hêviya çareseriyê.
Em soz didin Rêber Apo ku em ê li ser rêya wî û fikrên wî yên ku jiyana azad û biratiya gelan armanc dike, bimeşin.”.Ekîba Ronahî- EFRÎN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*