Mîtan çalakiya berxwedanê ye

0
8

Sêyemîn Mîhrîcana Mîtan ya Şanoyê îsal bi navê “Berxwedan Jiyan e” tê lidarxistin. Mîhrîcan wê di 14’ê Mîjdarê de dest pê bike û heta 26’ê Mijdarê berdewam bike.
Mihrîcana Mîtan yekemîn Mihrîcana Şanoyê li Rojavayê Kurdistanê ye. Mîtan bi çirûska Şoreşa Rojava re ji xeyalekî bêtir veguherî dengê civakê ku bi awayekî peryodîk li ser dika Navenda Çand û Hunera Demokratîk li Kantona Efrînê tê lidarxistin..
ŞANO HÊZA
AFRÎNERIYÊ YE
Endamê Rêveberiya Giştî ya Mihrîcana Mîtan a Şanoyê li Kantona Efrînê Mihyedîn Erselan diyar kir ku şanoya Kurdî bi derfetên şoreşa Rojava afirandine re dikare bi rolekî pêşeng di asta rêvebirina civakê de rabe.
Erselan wiha got; “Dema ku tîrêjên şoreşa Rojava gihan kantona Efrînê û karê çandî bi rêk û pêk bû, me çanda resen pêş xist. Bi ragihandina Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê re hêza me ya afirîneriyê jî zêde bû.”
MÎTAN ŞARISTANÎ YE
Erselan bal kişand ser yekemîn lidarxistina Mehrîcana Mîtan a Şanoyê û got: “Bi sponsoriya Desteya Çandê û Navenda Çand û Hunerê li Kantona Efrînê di sala 2014’an de biryara lidarxistina yekemîn Mihrîcana Mîtan hat dayîn. Mîtan jî weke nav nîşaneya şaristaniya Kurdî ku xwedî bandoreke çandî ya mezin û berfirah di dîroka gelên herême de bû, hate hilbijartin. Kevneşopiya Mîtaniyan jî li kantona Efrînê û gundên wê zêde ber bi çav e. Duyemîn Mihrîcana Mîtan di sala 2015’an de hat lidarxistin. Destpêkê de biryar salane bû. piştî konferansa TEV-ÇAND’ê her du salan carekê Mîtan tê lidarxistin.”
BERXWEDAN JIYAN E
Erselan da zanîn ku Mihrîcana Mîtan di bin silogana “Em Diçînin Jiyan” de tê lidarxistin û destnîşan kir ku li gorî rewşê jî her carê siloganekî lê zêde dikin. Erselan got; “Sala yekê “Ji Bo Te Kobanê” bû. Sala duyem “Qêrîna Lêlûnê” bû. Diruşmeya îsal jî “Berxwedan Jiyan e”.
JI BEXDAYÊ JÎ
ŞANO HENE
Erdelan wiha pêde çû; “Taybetmendiya Mîtan 3 jî ew e ku îsal sê komên şanoyê wê ji Herêma Federal a Cizîrê bi awayekî zindî, ji Bexda û Cizîrê jî bi riya sînevizyonê tevlê bibin. Komên Cizîrê jî ev in: Kevana Zêrîn bi şanoya Şehnaz, koma Çand û hunera Cizîrê bi şanoya kûçikê Êxe û komeke serbixwe wê bi şanoya Vedeng beşdar bibin.”
16 ROJAN DEWAM DIKE
Erselan di dawiya nirxandinên xwe de destnîşan kir ku hemû şanoyên tên pêşkêşkirin ji aliyê komîteyeke nirxandinê ya pispor ve tên nirxandin. Komîteya îsal a nirxandinê ji 6 endamên pispor ku yek jê ji Cizîrê ye pêk tê. Lê encamên dawî wê di roja dawî ya Mîtan de, ango Şemiyê 26.11.2017an de bên eşkerekirin.
Hêjayî gotinê ye ku Mehrîcana Mîtan a Şanoyê îsal dê 16 rojan bajo. Li ser dika mehrîcanê wê 12 şanoyên zindî û gelek bi riya sînevizyonê bi awayekî rojane bên pêşkêşkirin. Navên şanoyan jî ev in “Geliyê Mirinê, Şehnaz, Bêkes, Kevirê nayê xwarin, Kûçikê êxe, Vedeng, Lehî, Şeva xelatkirinê, Fîl, Semaya zarokan, Pêlav, Taca zêrîn”.

Ikbal BEDRAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*