Jina xwedî gelek huneran

0
7

Jina bi navê Sebah Mihemed ji ber nîgarvane, li tembûrê dide, ji hiriyê cilan çê dike û dineqişîne ji aliyê xelkê kantonê de weke jina xwedî gelek huneran tê naskirin. Sebah ya ku helbestan jî dinivisîne amadekariyê vekirina pêşengeheke wêneyan dike.

Sebah Mihemed li kantona Efrînê weke jineke xwedî gelek huneran tê naskirin. Hema bêje di her tiliyeke wê de hunerek heye.
Sebah Mihemed xwe tenê bi jiyana mal û zarokan ve sînordar nehiştiye. bûye nîgarvan, li sazê dixe, ji hiriyê cilan çêdike û her wiha bi jiyanê ve gelek girêdayî ye.
Sebah Mihemed sala 1979`an li gundê Mieskere yê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ji dayîk bûye. Heyanî dibistana seretayî dixwîne û li dibistanê hezkirina xwe ya nîgarvaniyê dibîne. Sebah ji ber rewşa madî neçar dimîne dev ji dibistana xwe berde, wêne xêzkirin jî êdî bûye parçeyek ji jiyana wê û bi derfetên kêm wêneyan xêzdike. Ew herî zêdetir wêneyên jin û xwezayê xêz dike.
Hedefa Sebah mezine û hewldide di rojên pêşde pêşengeha wêneyên ku xêzkiriye vebike.
Hezkirina Sebah a jiyanê mezine û bi mal û zarokan ve sînordar namîne. Li kêleka nîgarvaniyê xwe fêrî sazê jî dike. Her wiha di lênûsa xwe ya bîranînan de helbestan jî dinivisîne û ji hiriyê cilan çêdike û dineqişîne.
Sebah di nava şêniyên gundê xwe de bi jina xwedî gelek huneran tê naskirin…Sînem HEMO-Efrîn-ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*