Ji her rewşê re amade ne

0
10

Li Rojhilata Navîn hîn pirsgirêkek nehatiye çareserkirin, çendekên din derdikevin holê. Geşedanên li Erebistana Siûdî û yên li Lubnanê ew ê bandorê li ser Rojhilata Navîn bike. Polîtîkaya Îranê ku parastina xwe derveyî sînorên xwe dike ew ê bi xwe re gelek pirsgirêk û nakokiyên nû derxîne holê. Îran bi hêzên Heşdî Şabî li ser Kurdistanê ji xwe re kanalek vekir û xwe gihand sînorê Sûriyê. Hewl dide ku bi vê kanalê xwe bigihîne Idlîb û behrê. Li ser Sûriyê her çiqas siyaseta Îran û Rûsya weke hevpar tê dîtin jî ne mimkûn e ku di navbera wan de nakokî nebe. Li aliyê din ew ê Îsraîl xwe di bin gefan de bibîne û dibe ku li hemberî pêşketinên dawîn Amerîka roleke nû bigire ser xwe, taybet li dijî Îranê.
Li gel van geşedanan di van çend rojên dawîn de rejîma Sûriyê weke dubare çend caran daxuyanî dan ku ew ê berê xwe bidin Reqayê. Wateya vê pir diyar e û vekiriye. Şêwirmenda Esad Bûseyna Şaban careke din got ku hem ew ê berê xwe bidin Reqayê hem jî gef li Rojava xwar ku ji pêşketinên li başûrê Kurdistanê dersê derxîne. Zihniyeta netewe dewletê wisa ye. Di sedsala 21’emîn de weke sala 2017’an tu dibêjî qey li Sûriyê zêdetirî 6 sal in şerek ne qewimiye, tu dibêjî qey tu guhertin li Sûriyê çênebûye, tu dibêjî qey şoreşa Rojava û qehrementiya gelê kurd hêzên YPG, YPJ, QSD li hemberî dagirkeriyê, çeteyên faşîst DAÎŞ, Nûsra hwd. serkeftinên dîrokî bi dest nexistiye ku hîn jî dibêjin ew ê berê xwe bidin Reqayê û pêwîst e kurdên Rojava ji Başûr dersê derxîne.
Em vê bêjin siyaset û stratejiya Rojava û Başûr ji hev cuda ye. Paradîgmaya Başûr li ser desthilatdarî û neteweperestiyê hatiye avakirin û li ser vî esasê tê meşandin. Paradîgmaya Rojava li ser perspektîfa neteweya demokartîk hatiye avakirin û li dijî her cure neteweperestiyê îradeya demokratîk a gelan ji xwe re esas digire. Eger şêwirmenda Esad van hemû rastiyan nabîne, diyar e ew ê tiştekî bi ser nexîne û qezenc neke.
Ya rast pêvajoya ku Sûriye ketiyê ya çareserî û muzakereyê baş bê dîtin. Ne zimanê dijminantî, neteweperestî û şer divê zimanê muzakere, siyaset û dîplomasiyê esas bê girtin. Rojava li Kobanê, li Şêx Meqsûd, li hemberî çeteyên DAÎŞ û Nûsrayê xwe îspat kiriye. Rojava bi vê baweriyê ji bo çareseriya demokratîkbûna Sûriya nû ku li ser federasyon û konfederasyon bê rêxistinkirin amade ye û ya rast jî ev e.
Lê rejîma Sûriyê ji ser xwe biçe û derveyî şer ji kurdan re tu hilbijêrkeke din nehêle, divê bê zanîn ku gelê kurd şoreşek girîng û bi bedelên giran pêk anîne û herêmên hatine rizgarkirin bedelê wê her çi be muheqeq ew ê biparêzin. Bila tu kes hem meşrûtiyeta gelê kurd hem jî siyaset û stratejî û hêza berxwedana gelê kurd sivik negire dest.
Li gorî em dizanin hemû gelên bakurê Sûriyê û hêzên wê YPG, YPJ û QSD ji hevdîtin û muzakereyan re amade ye, lê neçar bimîne û êrîşek li ser bakurê Sûriyê çêbibe ji bo şerê herî mezin jî amade ye. Di vê pêvajoyê de hemû gelên Sûriyê û hêzên parastina wan li hemberî hemû xeterî û gefan divê hişyar bin, zindî bin û hertim ji her tiştî re amade bin.

Hesen KARASÛNGÛR

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*