Daxwaziya me azadiya Ocalan e

0
6

Endama Rêveberiya TJA’yê Ayla Akat Ata diyar kir ku azadiya Ocalan daxwaza wan a bingehîn e.
Endama Rêveberiya Tevgera Jinên Azad TJA’yê Ayla Akat Ata li ser tecrîda li Îmraliyê axivî.
GEL DAXWAZA AZADIYA OCALAN DIKE
Ata ku tevlî hevdîtina herî krîtîk a pêvajoya ku ji aliyê raya giştî ve weke ‘pêvajoya çareseriyê’ dihate binavkirin bû, diyar kir ku nîşaneya rewşa heyî ji zûdeyî dihate dîtin. Ata işaret bi sîstema Îmraliyê kir û anî ziman, pêkanînên li Îmraliyê ku naşibin ti ji girtîgehan ev 18 sal in li ser Ocalan tên ferzkirin. Akat Ata destnîşan kir, sîstemeke ku cihê xwe di hiqûqa mafên mirovan a gerdûnî de nîne li ser Ocalan tê ferzkirin û got, gel daxwaza azadiya Ocalan dike.
OCALAN
RÊBERÊ GEL E
Ata diyar kir, ku girtîgeha Îmraliyê girtîgeheke ji rêzê nîne, Ocalan jî girtiyekî ji rêzê nîne û wiha dewam kir: “Haya hikumetê ji vê heye. Ji Nîsana 2015’an û vir ve agahî jê nayê girtin. Malbat û parêzer nikarin wî bibînin. Di mehên dawî de bi rêya medya civakî hin agahî belav bûn. Rêbertiya gel a Ocalan rastiyeke civakî ye. Ji bilî lîderiya wî ya PKK’ê, ew rêberê gel e. Gel Birêz Ocalan weke rêberê xwe dibîne. Niha di nava bêhiqûqiyê de ye. Hiqûq tê binpêkirin.”
Ayla Akat Ata destnîşan kir ku jin ji bo Ocalan bêdeng namînin û bi daxwaza azadiya Ocalan bi salan e di asta herî bilind de vê daxwaza xwe tînin ziman. Ata got, Ocalan weke rêberê gel ji bo karibe bi vê rola xwe rabe, girîng e ewlekarî, azadî û tenduristiya wî bên misogerkirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*