Hilbijartin nêz dibin xebat lez dibin

0
10

Welatiyên bakurê Suriyê xwe ji bo hilbijartinan amade dikin. Gel wê di 1’ê Kanûnê de biçe ser sandoqan û nûnerên xwe hilbijêre. Li ser wate û girîngiya hilbijartinan TEV-DEM bi gel re civînan li dar dixe. Civîna ku li taxa Qidûrbeg hat li darxistin de Endamê Desteya Rêveber ya TEV-DEM’ê Hisên Koçer axivî û diyar kir ku pêwîste hemû welatî beşdarî hilbijartinan bibin.

Li bakurê Sûriyê heyecana hilbijartinan roj bi roj zêdetir dibe. xebatên ji bo hilbijartinan jî bê navber berdewam dike.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) di çarçoveya qonaxa duyemîn a hilbijartinên Fedraliya Bakurê Sûriyê de ji welatiyan û hevserokên Komînan re civîn lidarxistin.
TEV-DEM’ê di çarçoveya xebatên nirxandina hilbijartinên Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê û girîngiya wê ji şêniyên bajarê Qamişlo û Hevserokên komînan re civîn lidar xist. Di civîna ku li taxa Qidûrbeg hat lidarxistin de çawaniya pêkanîna hilbijartinan hate vegotin.
Civîn bi beşdarbûna Endamê Komîteya Navendî ya PYD’ê Hesen Koçer, Hevseroka Meclîsa bajarê Qamişlo Fewaz Mihemed, Hevserokên komînan û endamên meclîsa taxên Aşûriyê û Qidûrbeg hate lidarxistin.
Di civînê de Hesen Koçber axivî û got gelê herêmê bi ked û tekoşîna xwe li dûrî sîstema desthiladar û dîktator çarenûsa xwe diyar dike.
Hesen Koçber her wiha da zanîn ku pêwîste hemû şêniyên herêmê beşdarî hilbijartinan bibin û nûnerên xwe hilbijêr in..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*