Rêber Apo misogeriya jiyana azad e

0
9

Her kes dizane rewşa niha em tê de jiyan dikin û asta ku şoreşa Rojava gihayê bi xwe re asta zext, zor û hemleyên jinavbirina destketiyên gelê me jî bilind kiriye. Dijminên gelê Kurd bi tansyoneke bilind û bê navber li ser tunekirina tevgera me plan li pey planê amade dikin. Di serê her konsepteke dijminên gelê Kurd de hedefgirtina serokatiya me heye. Ew jî vê yekê baş dizanin ku êdî destketiyên gelê me wê bi ronakbîriya ramanên Rêber APO mayînde bibin. Her wiha dixwazin ew enerjiya herikbar a gelan ku bi pêşengtiya felsefeya Rêber APO xwe di biçimê şoreşa Rojava de daye der têk bibin û ji nû ve gelên me di hundir şikeft û berqetan de tune bikin û li ser baton bikin. Tevî hemû hewldanên biçûkxistinê, êrîşên psîkolojîk, şidandina tecrîdê û dagirkirina beşên nû ji cografiya Kurdistanê nekarî ew têkîliya navbera gel û rêbertiyê de bandor bike. Berovajî, ew têkîlî bi sempatiya gelên cuda yên dunyayê re hê bihêztir bû.
Bi saya paradîgmaya Rêber APO îro li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê şoreşa gelan a Netewa Demokratîk li dar e. Di pêvajoya vê şoreşê de gelên beşdar dikarîbûn bi riya vê felsefeyê vîna xwe li hemberî dagirkeriyên biyanî û yên hundirîn bikirana yek. Her wiha li hemberî siyasetên modernîteyê yên neolîberalîzekirinê jî bi îradeya hevjiyana azad û rêgezên edalet, wekhevî û azadiya jinê li ser hîmên civaka komînal û dostaniya bi hawîrdorê re, berxwedaniyeke bê hempa ku xwe dispêre ramanên Rêber APO derketiye holê.
Qehremantiya Kurdan ku li ser lingên şoreşgertiyeke rasteqîner, ideolojiyeke têkneçûyî û fedatiyeke bê dawî bi ezmûna çil salî ya Tevgera APO`yî li dunyayê sekiniye, îro li beramberî konseptekî modern a mêtingerên Kurdistanê û modernîteya kapîtalîst e. Ji ber ku tekane hêza ku pala xwe daye fikir û ramanên Rêber APO dikarîbû navend û dilê terora cîhanî têk bibe, ev hêza APO`yî ji hemû civaka navneteweyî re bû cihê hêviyê. Vê hêzê bi saya raman û perspektîfên Rêber APO ew hêzên navborî anîn rewşa têkçûn û çongdanînê.
Herdu sîstemên faşîzane yên Îran û Tirkiyê jî ji ber ku du hêzên xwedî bandor li Rojhilata Navîn in û pêşengê dijminahiya qirker a li dijî statu û hebûna gelê Kurd in, ji bona ku desthilatdariya xwe ji herifîna muheqeq biparêzin, berê xwe dan rêbazên cuda yên kuştin û tunekirinê. Hîcar armanca wan a mezin ew bû ku êdî di şexsê tevgera APO`yî de hemû destketiyên gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin. Di destpêkê de hewl dan van plan û konseptên xwe bi riya wekîlan, ango çeteyên DAIŞ, El Nusra û gelek kom û girûpên di bin navê şoreşa Sûriyê de bikar dianîn de bigihînin armancê. Ji bona vê jî di serî de tecrîda li ser rêbertiya me şidandin û dest bi êrîşan kirin.
Ev hêzên navorî baş dizanin ku Rêber APO êdî ji serokê partiyekî wêdetir bûye rêberê gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest li cîhanê. Ji ber van sideman ta ku konseptên wan bi cih bên di serê her gaveke xwe de dixwazin bi riya tecrîd, ajîtasyon û derewan karîzma Rêber APO di nav civakê de bê tesîr, lawaz û bê mane bikin. Ji bo xwedîderketineke layîqî ked û berxwedana Rêbertiya me be, pêwîste çalakiyên gelê me û dostên wan ku Rêber APO ji xwe re weke misogeriya jiyaneke azad û demokrat dibînin bandortir û bi hêztir bibin. ancax bi çalakiyên topyakûn konseptên dagirkeran bên jinavbirin.

Idrîs HENAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*