DYE: Em ê pirsgirêkê di nava destûrê de çareser bikin

0
12

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis referandûma serxwebûna başûrê Kurdistanê “xerab” bi nav kir û wiha got: “Referandûma xerab bû sedema rageşiyan, lê bi hişyarî û bêhnfirehiya Ebadî em lê dixebitin ku pirsgirêkan di rêya destûrê re çareser bikin.
Mattîs di civîna vekirinê ya dewletên Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê de li Brûkselê axivî û teqez kir ku welatê wî hewl dide ku pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bike.
Wezîrê Emerîkî destnîşan kir ku şerê hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî li dijî DAIŞ’ê û têkbirina wê rêxistinê bi “giringî” nirxandin û ragihand ku 95% ji xaka di destê DAIŞ’ê de hatiye rizgarkirin.
Mattisî derbarê mijarê de wiha got: “Hêzên Erebî, Kurd, Sunî û Şîî di bin fermandariya serok Ebadî de hevkariyeke serkeftî li gel hev kir. Referandûma xerab a Kurdan kir, bû sedema rageşiyan. Lê bi bêhnfirehiya Ebadî, em lê dixebitin ku pirsgirêkan li gorî destûrê çareser bikin.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*