Cenevre-8, 28’ê Mijdarê dest pê dike

0
10

Hat ragihandin ku hevdîtinên 8. ên Cenevre weke berê hatibû pêşbînîkirin wê 28’ê Mijdarê dest pê bike.
Di daxuyaniya ku ji aliyê buroya NY ya Cenevreyê ve hat dayîn, hat ragihandin ku 8. tûra hevdîtînên Cenevre yên bi armanca çareseriyeke siyasî ji şerê navxweyî yê Sûriyê re bê dîtin di pêşengiya Neteweyên Yekbûyî de pêk tên wê 28’ê Mijdarê dest pê bikin.
Di daxuyaniyê de hate gotin Nûnerê Taybet ê Sûriyê yê NY’yê Staffan de Mîstûra piştî civîna 26’ê Cotmehê ya Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya bi rojeva Sûriyê ji bo hevdîtinên Cenevrê gelekî danûstandin kirine.
Hate gotin ku De Mîstûra di hevdîtinan de bi rayedarên herêmî, Ewropa, DYA û Rûsyayê re derbarê mijarê de gelek danûstandin kirine. Hate gotin danûstaninên Alîkarê De Mîstûra Ramzî Ezeldîn ên li Riyadê bi dawî bûne. Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin der barê mijarê bi rayedarên Fransî re heftiya bê li Cinêvê wê bi delegeasyona Rûs re hevdîtin pêk were.
Di daxuyaniyê de nehate diyarkirin bê ka kî wê tevlî rûniştina cara 8’an a Cenevrê bibe, ku civîn wê li ser biryara bi hejmara 2254’an a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê ya sala 2015’an a bi rojeva Sûriyê pêk were.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*