Dewleta Tirk goristana Gerîla xira dike

0
9

Li Geverê tîmên taybet ên Tirk bi wesayitên zirxî goristan dorpêç kirin û cara 5’an ziyan dane goristanê.
Dewleta Tirk ya faşîst ku di nava aloziyeke mezin de ye bi her awayî êrîşî nirxên kurdan dike.
Ev bû cara 5’an ku tîmên taybet ên Tirk goristana li taxa Ormanê ya Geverê ya Colemêrgê xira dikin.
Goristana ku gorên gerîlayên HPG/YJ-Star’ê û şervanên YPG/YPJ’ê lê ne, bi wesayitên zirxî yên tîmê taybet ên Tirk hate pêçan û tîmên taybet ên Tirk gor xira kirin.
Li gorî saloxan gelek wesayitên zirxî yên tîmên taybet ên Tirk çûn goristanê, ziyan dane dîwarên goristanê û kulîlkên li derdora goran jî hilqetandin. Hate gotin dema ku tîmên taybet ji goristanê derketine bi sirûdên nîjatperest gule li derdorê reşandine.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*