Daxwaza malbata Ocalan a hevdîtinê hat redkirin

0
10

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên xizmên wan li Girtîgeha Îmraliyê ji bo biçin Îmraliyê daxwazname dan Serdozgerê Komarê yê bajarê Tirkiyê Bûrsayê. Dozgeriyê daxwaza malbatan red kir.
Xwişk û birayên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Fatma Ocalan û Mehmed Ocalan ji bo roja duşemê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin bi rêya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya bajarê Bûrsayê.
Ji malbaten girtiyên Îmraliyê jî xwişka Hamîli Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayri Konar Alî Konar û xwişka Weysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi riya parêzerên xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê.
Serdozgeriya Komarê daxwaza malbata Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi sedema Rewşa Awarte (OHAL)’ê red kir.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*