Şervan li Dêrazorê derbên giran li çeteyan didin

0
9

Pêngava Bagera Cizîrê, ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di 9’ê Îlonê de dest pê kirin, dewam dike.
Şervan di çarçoveya pêngavê de pêş de diçin û derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê didin. Di navbera şervanan û çeteyan de şerên giran rû didin.
Şervanên QSD’ê gundên Elî Şahî û El Loziye yê Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Li lojmanên li herêma El Umerê jî dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Li van her du herêman di şer de 24 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Şervanên QSD’ê gundê El Loziye yê bi 34 kîlometreyan li başûrê rojhilat ê Dêra Zorê ye ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Li vî gundî şer de 8 çete hatin kuştin, 2 wesayitên çeteyan jî hatin rûxandin.
Şervanan li lojmanên herêma petrolê ya El Umer dest bi operasyonê kirin. Li vir jî di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, wesayitek doçka li ser bû hate rûxandin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*