Ji bo rêber APO bê navber çalakî

0
133

Ji ber ewlehî û tendurustiya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê û derveyî welat bê navber çalakî berdewam dikin. Kurdistaniyên ku beşdarî çalakiyan dibin diyar dikin ku heta ew agahiyê ji rêber Ocalan negirin ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Çalakiya li bajarê Strasboûrg ê Fransa ku bi daxwaza divê rayedarên CPT’yê têkildarî ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kud Abdullah Ocalan hevdîtinê pêk bîne hat lidarxistin, dewam dike.
Di çarçoveya çalakiyê de heyetek ji jinan pêk dihat, bi Berpirsên Ewlekariya Giştî ya Konseya Ewropa û Berpirsên Ewlekariya Giştî ya CPT’ê re hevdîtinek pêk anîn.
Di hevdîtinê de hate diyarkirin ku ev 18 roj in pitik û îxtiyarên 95 salî jî di nav de bi hezaran mirov tên tevlî çalakiyê dibin û daxwazên wan ên hevpar jî divê bi lezgîn hevdîtin bi Ocalan re pêk were ye.
Hat ragihandin ku heta agahiyek ji Ocalan bê girtin wê çalakî bê domandin û deh hezar Kurdistanî wê tevlî çalakiyê bibin.
Hat diyarkirin ku daxwazên hatin kirin ji bo berpirsên ewlekariya giştî ya KE’yê û CPT’yê hatine ragihandin, têkildarî hevdîtinê wê li benda bersiva sibe bimînin.
ÇALAKIYA KON
DEWAM DIKE
Li aliyê din çalakiya kon a Kurdistaniyan dabû destpê kirin jî dewam dike.
Kurdistaniyên ji pêşiya KE’yê û CPT’yê vegeriyan, guh dana nirxandinên siyasî yên Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal.
Kartal wiha got: “Li Rojhilata Navîn û cîhanê tişta dikeve ser milê me bê ku li bendê be hinek alîkarî û hêvî bide me, bi hêza xwe, xwe bi hêztir bikin.
Tevgera me îro ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêşengtiyê dike. Ji ber vê ewlehî û tenduristiya Rêber Apo di serî de ji bo Kurdan û ji bo hemû gelên li herêmê ji ber vê çendê xwedî girîngî û wate ye.”
LI ROJAVA BÊ NAVBER ÇALAKÎ
Li Rojavayê Kurdistanê jî çalakiyên ji bo ewlehî û tendurustiya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber berdewam dikin.
Hefteya çalakiyan ji bo piştgiriya bi Rêber Ocalan re a li bajarê Helebê hat lidarxistin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
Di roja 6′emîn û ya dawî ya çalakiyê de, Endamên meclîsên taxên rohilatê Helebê, PYD′ê, TEV-DEM′ê, YPG/YPG′ê û Meclîsa Malbatên Şehîdan amade bûn.
Di roja dawî a çalakiyê de li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Kesên ku axivîn dan zanîn ku ew ê li her qadê çalakiyên ji bo rêber Ocalan berdewam bikin.
Her wiha bang li rêxistinên navnetewî jî hat kirin ku zextê li ser rêjîma tirk bikin da ku destûrê bidin bi Ocalan re hevdîtin pêk werin.
BILA CPT RAPORA XWE EŞKERE BIKE
Endamên jin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ên kantona Efrînê li qada Azadî ya bajarê Efrînê koneke çalakiyan vegirtin û îmzeyên di vê derbarê de kom kirin. Konê çalakiyan bi wêneyên Rêber Ocalan û şehîdên şoreşa Rojava hate xemilandin.
Endamên jin ên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê jî bang li rêxistina Komîteya Ewropa ya dij-îşkenceyan (CPT) kir ku rapora ku di derbarê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de amade kiriye eşkere bike.
Di dawiya çalakiyê de endamên jin daxuyaniyek bi herdu zimanên Ingilîzî û Erebî xwendin.
LI HESEKÊ MEŞA BI HEYBET
Welatiyên Kantona Hesekê jî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê şermezar kirin.
Bi hezaran welatiyên Kantona Hesekê li Çerxerêya Şehîd Şahîn (Sînalko) ya bajarê Hesekê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdan hildan û pankartên ″Bimirin hêzên komploger”, “Bijî Rêber Ocalan” û “Soza me hilweşandina Girtîgeha Îmralî ye û jiyana azad bi Rêbertiyê re ye″ vekirin.
Meş ji Çerxerêya Şehîd Şahîn destpê kir û li Çerxerêya Şehîdan a li taxa Miftî bi dawî bû. Li wir Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan axivî û bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li ser dewleta Tirk bikin da rewşa Ocalan were zelalkirin.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*