Gundê Til Semin ji mayînan tê paqijkirin

0
12

Rêxistina Rakirina Mayînan a MAG li gundê Til Semin ê girêdayî navçeya Eyn Îsa 50 mayîn ku çeteyên DAIŞ‘ê bi cih kiribûn, rakirin.
Çeteyên DAIŞ‘ê dema navçeya Eyn Îsa û gundên wê dagir kiribûn, ji ber li hember pêşveçûnên şervanên QSD‘ê têk diçûn, li her deverê mayîn çandibûn.
Rêxistina Rakirina Mayînan a MAG di çarçoveya karê xwe de, li gundê Til Semin di nava zeviyên çandiniyê de, mayînên ku çeteyan çandibûn, rakirin. 35 endamên rêxistinê yên taybet bi rakirina mayînan li ser bangawaziyên şêniyên gund dest bi rakirina mayînan kir, rêxistinê heta niha 50 mayîn rakirin.
Endamê rêxistina MAG Mehmûd Mihemed bang li şêniyên gund kir heger tiştên bi guman dîtin rêxisitinê agahdar bikin û nêzî wan nebin..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*