Jiyan zehmete lê divê em têkoşînê bikin

0
8

Dayîka Heyat a kedkar daxwaz ji Kongreya Star kir ku ji bo jinan derfetên kar û pêwîstiyên hêsankirina kar bên peyda kirin.
Di demên ku şer li welatekî çêdibe gelek ziyanên aborî, piskolojî, jiyanî pêk tên. Herî zêde jî jin û zarok ziyanê dibînin.
DESTÊN XWE JI KESÎ RE VENEGERIN
Jina bi navê Heyat Elo yek ji jinên Efrînê ye ku êş dîtiye û zehmetiyan dikşîne. Dayîka Heyat behsa çîroka jiyana xwe kir.
Heyat dibêje: “Ez ji gundê Firêrê ya girêdayî navçeya Cindrêsê me, ev sê salin ez karê firotina sebze û penêr û gelek cureyên xwarinê dikim. Temenê min 50 salî ye, hevserê min astengdar e, nikare ti karî bike. Pênc zarokên min hene. Ji bo debara malê bikim û zarokan xwedî bikim ez rojane ji gund têm Efrînê.
Dayîka Heyat wiha dewam kir: “ji bo ku xwe muhtacî kesî nekim û zarokên xwe bi serbilindî mezin bikim ez vî karî dikim, lê ji bo min ev kar zehmet bûye”.
Di dawiya axftina xwe de dayîka Heyat bang li Kongra Star kir ku pê re bibin alîkar. Heyatê bi van gotinan axaftina xwe dawî kir, “Pirsgirêkên jinan ne tenê yê girêdayî saziyan çareser bikin. Divê Kongera Star ji bo alîkariya hemû jinên belengaz yê herêmê amede bin. Ji ber ku jin gelek zehmetiyan dikşînin. Mînak dema ku baran dibare sebzeyên min hemû xira dibin û cih tune ye ku xwe ji baranê û tavên germê biparêzim.”

Avşîn ÎBRAHÎM

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*