Li Tepqayê dema zeytûnan

0
13

Xelkê bajarê Tepqayê zeytûnên xwe dibin fabrîkayan û dikin zeyt. Xwediyên zeytûnan dibêjin ji ber dagirkeriya DAIŞ’ê ev çend sal bû nikaribûn li darên xwe binêrin, ji lewra jî berhemên zeytûnan li gor salên berê gelek kêm buye.

Guvaşgehên zeytûnan ên bajarê Tebqayê dest bi wergirtina hilberîna zeytûnan kirin.
Ji herêmên bakurê Sûriyê yên xwedî axa dewlemend yek jî bajarê Tepqayê ye. Bajarê Tepqayê ku li ber qeraxa çemê Feratê ye ji ber wê jî xwedî axeke berhemdar e. Yek ji berhemên axa Tepqayê jî darê zeytûnan e.
Îsal jî demsala zeytûn komkurinê li Tepqayê dest pê kiriye. Şêniyên bajêr ji sibê heta êvarê li bin darên zeytûn e. Her wiha zeytûnên ku tên komkirin ji bo ku bikin zeyt dibin fabrîkeyan an go guvaşgehên zeytûnan.
Li bajarê Tebqayê 3 guvaşgeh (fabrîkeyên çêkirina zeytê) yên nûjen hene. Fabrîkeya herî biçûk ji van her sêyan rojane herî kêm 75 ton zeytûn diguvêşe û zeytê çêdike.
Serokê xeta hilberînê Ebdilhemîd El-Ebdolî diyar kir ku sotemenî ji bo xebitandina van guvaşgehan têrê nake ji ber ku rojane her guvaşgehek 1200 lître mazot xerc dike.
El-Ebdolî da zanîn ku hilberîna îsal bi qasî ji sedî 25 ji salên borî kêmtir e û sedema vê yekê jî ew e ku welatiyan ji ber astengiyên çeteyên DAIŞ’ê baş xizmeta darên zeytûnê nekirine. El Ebdolî wiha got; “bajarê me bi darên xwe yên zeytûnan gelek dewlemend e. bajarê demek dirêj di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ma. Ji lewra jî me ne dikarî em li darên xwe yên zeytûnan binêrin û biparêzin. Ji ber vê sedemê jî darên me zerar dîtin û îsal berhem li gor salên berê gelek kêm bûye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*