Ciwanên sê bajaran li Qamişlo gihiştin hev

0
12

Ciwanên ku ji Hesekê, Dêrik û Serêkaniyê piştî meşeke dirêj a 6 rojan gihiştin navenda bajarê Qamişlo.
Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan di 22’yê mijdarê de 3 meşên dirêj ber bi bajarê Qamişloyê ve dest pê kir. Yek ji van meşan ji Hesekê, yek Dêrik û yek jî ji Serêkaniyê derket û berê xwe dan bajarê Qamişlo. Di nava wan de endamên Yekîtiya Ciwanên Ereb û Rêxistina Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hene.
Ciwanan piştî 6 rojan bi sedan kîlometre rê meşiyan û her sê meş jî li gundê Hîmo yê girêdayî bajarê Qamişlo gihiştin hev.
Ciwanên ji Hesekê, Dêrik û Serêkaniyê ku li Hîmo gihiştin hev ji wir berê xwe dan navenda bajarê Qamişlo û di nava kolanên sereke yên taxên Kornîş re derbas bûn hetanî ku gihiştin taxa Enteriyê.
Her wiha ciwan beşdarî şahiya pîrozbahiya 40’emîn salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya li Stadgeha Fotbolê ya Heysem bûn.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*