YPG: Dewleta Tirk li pey berevajîkirina rastiyan e

0
14

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê îdîayên dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
“Ev demeke desthilatdariya AKP û dezgeyên ragihandinê yên girêdayî wê ji ber vîdeoyekî ku di malpera me de hat parvekirin, hewl didin ku rastiyan berovajî nîşan bidin û kampanyayekî reşkirinê li dijî me dane destpêkirin. Desthilatdariya Erdogan û çapemeniya girêdayî wî wisa didin xuyakirin ku ew çekên giran yên di wê vîdeoyê de hatine nîşandan ji bo Efrînê hatine rêkirin. Ev nirxandin û şîrove ji rastiyê dûr in û rastiyê îfade nakin. Vîdeoyên ku hatine kişandin ne li Efrînê hatine kişandin û ew konvoya ku di dîmenan de xûya dikin neçûne Efrînê. Wekî tê zanîn YPG`ê yek ji pêkhatiyên Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ye û di pêvajoya birêxistinkirina QSD`ê de roleke diyarker û pêşeng lîstiye. Her weha Hêzên Sûriya Demokratîk li dijî terora DAIŞ`ê bi pêşengiya YPG û YPJ`ê di paytexta DAIŞ`ê de, li Reqayê serkeftineke dîrokî bi dest xist. Beriya destpêkirina Pêngava RizgarkirinaRaqayê jî desthilatdariya AKP û dezgehên xwe yên ragihandinê kampanyaya reşkirina YPG`ê dikir, ji bo ku YPG`ê di vê pêngavê de cih negire çi ji destê wan hat kirin. Niha jî piştî rizgarkirina Reqa û serkeftina ku QSD`ê bi pêşengiya YPG û YPJ`ê di Cenga Mezin a Reqayê de bi dest xist, desthilatdariya Erdogan û dezgehên ragihandinê yên girêdayî wî ji bo ku vê serkeftina mezin di bin siyê de bihêlin êrişî hêzên me dikin û kampanyayekî berovajîkirina rastiyan li dijî hêzên me dane destpêkirin.
Wekî tê zanîn DAIŞ rêxistineke terorê ya ku ji bo hemû cîhanê wekî tehdîda sereke dihate dîtin bû û ev tehdît hîn jî bidawî nebûye. Di têkoşîna li dijî terora DAIŞ`ê ku ji bo hemû cîhanê wekî tehdîdeke sereke dihate dîtin de erk û berpirsiyartiyên ku diketin ser milê hemû cîhanê hebûn. Di çarçoveya xwedîderketina li vê erk û berpirsiyartiyên xwe de YPG û QSD`ê ji aliyê Koalîsyona Navnetewî ya ku li dijî DAIŞ`ê hatibû bi rêxistinkirin ve piştgirî dît. YPG û QSD`ê vê piştgiriyê di encama berxwedanî û têkoşîneke bê hempa de, bi rûhê xwe yê fedaî, bi qehremantî û cesareta mezin û bi hezaran şehîd û birîndarên ku di vê oxirê de da qezenc kir. Di vê pêvajoyê de tenê di bajarê Reqa de 450 hezar sivîl ji terora DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Ev çekên giran yên ku di van dîmenan de xûya dikin jî bi saya vê têkoşîn û berxwedaniyê hatine qezenc kirin û di têkoşîna li dijî DAIŞ`ê de hatine bikaranîn. Dîmen û vîdeoyên ku hatine kişandin yên van şervanên qehreman yên ku li Reqayê, li dijî terora DAIŞ`ê serkeftineke dîrokî bi dest xistin û vê serkeftina xwe ya dîrokî pîroz dikin. Her wiha em hêvîdarin ku ji agahî û daxuyaniyên ji aliyê desthilatdariya Erdogan û çapemeniya wî ve têne belavkirin û rastiyê berovajî dikin re îtîbar neyên nîşandan”.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*