Li seranserê Rojava roja vejîna Kurd hat pîroz kirin

0
12

Li Seranserê Rojavayê Kurdistanê, salvegera damezrandina PKK’ê bi şahiyên mezin û heybet hatin pîroz kirin.
ji Efrînê heta Kobanê û heta Qamişlo û Dêrikê salvegera 40’emîn ya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê bi şahiyan hatin pîroz kirin. bi sed hezaran kes beşdarî şahiyên pîrozbahiyê bûn.
Di pîrozbahiyên ku hatin lidarxistin de alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, YPJ û ciwanan rakirin.
Be hezaran kesên ku beşdarî van şahîyan bûn careke din girêdana xwe ya bi Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan re nîşan dan û kesên ku axivîn jî dan zanîn ku Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi saya PKK’ê li cîhanê hatin naskirin û niha bûne xwedî hêzeke mezin ya herêmê.

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*