Kelecana hilbijartinan zêde buye

0
17

Ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên li bakurê Sûriyê tenê çend roj man. Bi nêzîbûnan hilbijartinan re xebat bi lez berdewam dikin û kelecan jî zêde dibe.

Li bakurê Sûriyê tenê çend roj man ku gel biçe ser sandoqan. Xebatên hilbijartinan bi coşeke mezin dewam dike.
Di 1’ê Kanûnê de wê hilbijartinên rêveberiyên herêmî werin lidarxisin. Ji hilbijartinan re tenê çend roj man. Bi vê armancê li her sê herêmên bakurê Sûriyê xebatên hilbijartinan bi hemû leza xwe berdewam dikin.
Partiyên ku bi navê lîsteyan beşdarî hilbijartinan dibin şahiyan lidardixin û namzet jî propagandaya xwe dikin.
LÎSTEYA NETEWA DEMOKRATÎK
Ji bo piştgiriya hilbijartinên meclîsan, Lîsteya Neteweya Demokratîk li bajarê Hesekê û gundê Cirin şahî li dar xistin.
Di şahiyê de bi dehan welatî û nûnerên Lîsteya Neteweya Demokratîk amade bûn. Di şahiyê de Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Hêva Erebo, Hevserokê Desteya Rêveber a Federaliya Bakurê Sûriyê Senherîm Bersûm, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Fethellah Hiso, Hevserokên Rêveberiya Xweser ên Girê Spî Zelîxe Ebdî û Hemdan El-Ebid axivîn.
Kesên ku axivîn bal kişandin ser destkeftiyên Rêveberiya Xweser û dane zanîn ku projeya Federal civakeke demokratîk li ser bingehê biratî û hevgirtinê ava dike. Her wiha kesên ku axivîn bang li her kesî kirin ku beşdarî hilbijartinan bibin.
MAMOSTEYAN SOND XWARIN
Ji aliyê din ve 260 mamosteyên herêma Dêrikê ji bo rêvebirina xebatên hilbijartinan, sond xwarin.
Komîseriya Bilind a Hilbijartinan bi 260 mamosteyên ku ji bo rêvebirina xebatên hilbijartinan hatin erkdarkirin re civiya. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya Dicle hat lidarxistin.
Mamosteyan li pêşiya komîseriyê sond xwarin.
Di berdewama civînê de Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Dêrikê Idrîs Mûsa çawaniya meşandina xebatên hilbijartinan şîrove kir û erka dikeve ser mile mamosteyan vegot..ANHA

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*