Pêşeroj

0
28

Yekê Kanûnê derbas bû, çendîn roj li ser me derbas bûn; lê rojên ku nîşaneya serkeftineke mayînde hîn zêdetir di mêjiyê kurd û gelên din yên erdnîgariya bakurê Sûriyê hatiye çandin.
Di yekê Kanûnê de, dîrokeke nû li Rojhilata Navîn vejîn dibe. Bi yekîtiya kurd, erbe, suryiyan û çeçenanan rê li ber kuştin, talanî û mezhebperstiya olan tê girtin. Îro rojekî ku hemû gelên aştî xwaz û demokratîk li bendê bûn. Li benda xeyalên ku zarokên wan di çeperan de ji bo pêşerojek azad bûn. Êdî, ji vir û pê de xwenên wan şervanan dibin rastî û di pratîkê de pêk tên.
Ger em hinekî li dîroka kevin a Rojhilata Navîn binêrin em ê gelek ji van mînakên yekîtî û tifaqa gelan bibînin. Lê, piştî serdestî û zordarî belav bû, herêm giha asta ku niha em tê de ne. Asta ku her kes, her kesî bikuje, her kes dijminê her kesî be. Lê di yekê Kanînê de, ev diyarde mdî hat guhertin û her kes wê bi her kesî bijî, her kes wê bibe dostê her kesî, wê hev û din kuştin nemîne.
Yekê kanûnê, projeya xwediyê pardîgmeya neteweya demokratîk û fîlozofê bê hempa Abdulah Ocalan destpêkir, projeya konfederlîzma demokratîka ya Rojhilata Navîn bi rê ket, êdî kerwanê demokrasî û wekheviyê li du hev dibeze, destara netewan wê ji bo neyar û zordaran bibe amûra bidawîkirina çanda yek al û yek netewî û hemû kevneşopiyên serdestan di nava pencên kevira xwe de bihêrîne. Êdî ji niha û şûnde, bila tu kes nebêje em xwediyê tiştekî ne, mafê gelan tenê heye ku bêjin em xwediyê vê xakê ne, ewên dilsotî tenê dikarin bibin xwediyê vê roja pîroz.
Di demekê ku cîhana qaf seqet hemû li- qaşo- çareseriyekî digere û ji Cenveryan dibeze Sûtşîyan û ji Sûtşiyan dibeze Qahîra û ji Qahîra dibezin Riyadan û ji wir jî hema parsekên li metrepolên Ewropay û Tirkiyê ne; li vir gel çareseriya xwe dît û di bin banê sîstemek Federal de hemû kom dibin. Hemû li ser xaka xwe çareserî dibînin. Çareseriya xwe di hêz û qîreta xwe dîtin û bi hev û din re dahola azadî û wekaheviyê lê didin.
Êdî ji vir û şûn de, wê kes nikaribe rê li ber herikîna gelan bigire, wê kes nikaribe hevrêziya di navbera gelan de têk bibe. Wê pêşeroj bi destê gel bê nîşandan û ber bi rojên ronî ve wê biçin.

Sîpan CAN

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*