Hilbijartin ji bo Sûriyeke Dîmokratîk e

0
17

Li sê herêmên Bakurê Sûriyê hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk hatin. Gel ê bakurê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyên saetên serê sibehê berê xwe dan navendên hilbijajrtinan dengê xwe bikar anîn. Welatiyên ku dengê xwe bikaranîn diyar kirin ku ev hilbijartin ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk e.

Li sê herêmên bakurê Sûriyê hilbijartinên rêveberiyên herêmî hatin lidarxistin. bi sedhezaran welatiyan çûn navendên hilbijartinan û dengê xwe bikar anîn.
Şêniyên Bajarê Qamişlo ji ber hilbijartinên Federasyona Bakurê Sûriyê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ew bi van hilbijartinan biryara pêşeroja xwe didin û çarenûsa xwe diyar dikin.
EM DENGÊ XWE DIDIN DEMOKRASIYÊ
Welatiya bi navê Hacer Isa Umer diyar kir ku ev qonaxa duyemîn yê hilbijartinê ji bo serkeftina Fedraliya Bakurê Sûriyê gavek girînge û got: “Ev hilbijartin ne tenê ji bo gelê kurde, nûnertiya hemû pêkhatiyên ku di bakurê sûriyê de dijîn dike. Ku herkes bi deng û rengê xwe têne ser sendoqan û dengê xwe didin.” Hacer Umer wiha got: “Gel bi bawerî û hêvî diherikin ser sindoqan, ji bo xwe biryarê didin û pêşeroja xwe diyar dike.”
Welatiyê bi navê Kemal Ebid jî wiha nerînê xwe anî ziman: “Ev qonaxa duyemîn ên hilbijartinan îspata serkeftina felsefeya Netewa dîmokratîke.” Kemal Ebid got: “Ev komîteyên ji Başûr û Bakurê Kurdistanê wek çavedêr û şopandina hilbijartinê bikin, ji cîhanê re îspat dike ku Bakurê Sûriyê wargeha dîmokrasiyê ye.”
Suheyla Osman diyar kir ku ev roj ji rojek vejîna dengê azadiyê ye û wiha got: “Ev gav wê di Sûriyê û hemû cîhanê de bibe mînak, Jiber ku bi salan em mehrum bûn ku dengê xwe bi rengekî azad û demokratîk bidin.” Suheyla Osman wiha got: “Tevlî bûneke mezin ji bo hilbijartinan pêk hat. Hêviya me heye ku ev hilbijartin bibe bingeha avakirina Fedraliya demokratîk.”
Welatiya Ereb ya bi navê Zehra Xidir anî ziman ku ev roj mîna çejnê ye, û wiha got: “Em cihê ser bilindayê dibînin dema ku em îro hemû pêkhate bi hevre berê xwe didin hilbijartinan û ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk dengê xwe didin.”
Mamosteya bi navê Nalîn Omo diyar kir ku gel bi kêfxweşiyeke mezin berê xwe dan ser sangoqan û wiha got; “Hilbijartin bi rengekî demokratîk pêk hatin. Gel bi kêfxweşî dengên xwe dan. Ji ber ku ev cara yekemîne bi rengekî demokratik dikarin dengê xwe bidin. Her wiha tevlîbûna jinan jî gelek zêde bû û ji hemû pêkhateyan jinan dengên xwe dan.”
Welatiyê Ereb Hanî Texan jî got: “Em wek pêkhateyên Ereb bi sedan salane ji ber Rêjîma Baas, tevlî hilbijartineke demokratîk nebûbûn.
Hanî Texan wiha got: “Di hilbijartinên Komînan û di vê merheleya duyem de jî me bi rengekî demokatîk dengê xwe bikaranî. Em hêvî dikin ku ev hilbijartin wê bibe çareseriya aloziya Sûriyê.”

Melek DEMÎRTAŞ\Rîhan UMER

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*