Şoreş bi jineolojî pêş dikeve

0
20

Endama Komîteya Jineolojî ya li kantona Efrînê Dîrok Qehreman li ser xebatên Jineolojiyê axivî û diyar kir ku vekirina navenda Jineolojiyê li Efrînê bandoreke erênî li jinên kantonê kiriye. Dirok wiha got; “Li hemû saziyan nûnerên jineolojî hatin erkdarkirin û têkliyên me bi gelek jinan re çêbû ye.”

Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re gelek gavên girîng ji bo avakirina jiyanek nû hatin avêtin. Ji bo çareserkirin û derbaskirina rewşa desthilatdariyê ku li ser jinê tê meşandin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zanista jineolojî pêş xist.
JINEOLOJÎ DERIYA
AZADIYA JINÊ YE
Endama Komîteya Jineolojî li Kantona Efrînê Dîrok Qehreman li ser erk û pêwrinên jineoljî wiha got: “Jineolojî di sala 2008’an de hat pêşniyarkirin û bû rojeva jinên kurd. Jineolojî derbasî Kurdistanê û piraniya bajarên cîhanê bû. Bi lidarxistina Şoreşa Rojava re li gelek herêmên rojava navandên lêkolîna jineolojî hat vekirin. Di 16`ê Tebaxa 2017’an de bi coşek mezin ji aliyê jinan ve hat vekirin.”
Dîrok ev tişt anî ziman; “Vekirina navandê gelek bandor li jinan kir û lêkolînên jineolojî ferehtir kir. Di vê dawiyê de navenda jineolojî gelek çalakî li darxist. Di hemû saziyan de nûnerên jineolojî hatin avakirin û têkliyên me bi gelek jinan re çêbû ye. Jinolojî deriyek azadiyê ji bo pêşxstina zihiniyet û derbaskirina desthiltdariyê ye. Civaka rojhelata navîn hatiye kilîtkirin û ji resentiya xwe dûr ma ye. Ji bona vê Rêber APO jineolojî pêşniyar kir. Jineolojî zanIstek ji bo zanakirin û azadkirina jinê û civakê ye. Her wiha jineolojî tamrên xwe berdide tevahî cîhanê û li gelek bajarên cîhanê jineolojî xwe bi rêxstin dike. Jineolojî hezkirina cinsê xwe ye, li reseniya xwe vegerîn e, jiyanek hevbeş û azad e. Ji lewra rêxstina jineolojî bi taybet li rojhelata navîn xwe bi rêxistin dike. Em hewldidin bi riya jinolojî rastiya jinê û civakê derxînin pêş. Li Almaniya Feransa, Çîn, Emerîka, Tonis, Misir, Lubnan û gelek bajarên din jineolojî xwe bi rêxstin dike. Ji ber ku zansta jineolojî bi partiyekî û tenê beşek ji netewan bi pêş nakeve. Divê hemû jinên cîhanê xwe bigihêjin jineolojî û li her deverê belav bikin.”
JINEOLOJÎ ZINDÎKIRINA DÎROKA JINÊ YE
Endama Komîteya Jineolojî li Kantona Efrînê Ronahî Sozdar jî axivî û wiha got: “Jineolojî ji bo lêkolînkirina dîroka jinê derketiye. Ji ber ku di dîrokê de keda jinê hatiye windekirin. Ji lewra em hewldidin bi riya zanista jinê lêkolîn bikin û dîrokê zelal bikin û zindî bikin. Jinolojî bi pergala komîteyên lêkolîn û bi awaya nûneran xwe ava dike. Gelek beşên komîteyan hene. Bi riya komîte û nûneran jineolojî bi civakê tê naskirin. Jinolojî di salên destpêkê de xwe bi sîstema semîner û lîkolînan bi civakê da naskirin. Şoreşa Rojava jî fersendek bû ji bo herikandina zanistên jinê û pênasa kirina wê bi cîhanê. Jineolojî bi şoreşê re tê avakirin û şoreş jî bi jineolojî û pêş dikeve. Divê hemû jin dîroka xwe zanibin. Armanca me jî lêkolîn û zindîkirina dîroka jinê ye. Ji ber ku pêwîstiya jinan û civakê bi zanistek ji bo parastin û pêşxsitina jinê heye..

Avşîn ÎBRAHÎM

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*