Şilêr çanda xwendinê pêş dixe

0
18

Li Rojavayê Kurdistanê bi armanca teşwîqkirina xwendina pirtûkan weşanxaneya Şilêr bi roleke girîng radibe. Weşanxaneya Şilêr ya girêdayî Yekîtiya Rewşenbîran a ku di Nîsana 2017’an de hat vekirin heta niha bi hezaran pirtûk û kovar amadekiriye

Bi armanca parastin û pêşxistina xebatên rewşenbîrtiyê, her wiha belav kirina çanda xwendinê, gelek sazî û waeşanxane hatin vekirin. Yek ji wan jî weşanxaneya Şilêr ya girêdayî Yekîtiya Rewşenbîran a di Nîsana 2017’an de hate vekirine.
PÊWÎSTÎ BI
REXNEGIRAN HEBÛ
Endamê Rêveberiya Weşanxaneya Şilêr Rêvan Mehmûd diyar kir ku Weşananeya Şilêr, ji rihê Buroya Wêjeyê derket, her wiha girêdayî Yekîtiya Rewşenbîra ye. Rêvan wiha got: “Di destpêkê de yekîtiya rewşenbîran hat avakirn û pêwîstiya rewşenbîran bi xwendekarên rexnegir hebû, ji bo wê jî komîteyek wêjeyî hate avakirin. Piştî xebata du salan ku berhemên nivîskî bi hemû cureyan pir bûn hewcetên wan bi weşankirina van pirtûkan çêbû.”
ŞİLÊR GULA ÇİYAYÊ KURDİSTANÊ YE
Rêvan ser navê Weşanxaneya Şilêr anî ziman ku navê Şilêr guleke tenê di çiyayê Kurdistanê de şîn dibe û wiha got: “Wek karê me yê yekemîn tevlîbûna me ji pêşengeha Ş. Herekol ya Pirtûkan bû. Weşanxaneya Şilêr di asta yekemîn de bi 35 pirtûkan beşdarî vê pêşengehê bû.”
NİVÎSÊN HER KESÎ TÊN
WEŞANDİN
Rêvan dest nîşan kir ku weşanxaneya Şilêr piştî erêkirina Yekîtiya Rewşenbîran pirtûkên herkesî diweşînin.
ŞILÊR 65 PIRTÛK WEŞAND
Rêvan diyar kir ku dema çap kirin ji wan tê xwestin ew ji 300-500 pirtûkî çap dikin û wiha got: “dema ku hejmar ji 500 zêdetir be em alîkariyê ji çapxana Ş.Herekol ya Dêrkê dixwazin, ku ew di Saetê de 5 hezar pirtûkî çap dikin. Wek weşanxaneya Şilêr heya niha 65 pirtûk hatine weşandin, niha jî hinek pirtûk ji bo çapê tên amadekirin.”
PİRTÛKÊN ŞANO NÛNERTİYA HUNERÊ DİKE
Rêvan balkişan ser girîngiya çapkirina pirtûkên şano û got: “Ji ber ku şano dayîka hunerê ye û nûnertiya wê dike, bi armanca ku alîkakariya şanogeran jî bike me xwest ku em pirtûkên şano jî biweşînin. Vê alîkariyê ji çand û huner dixwazin.”
PİRTÛKA ŞOREŞA
ROJAVA TÊ AMADEKİRİN
Endamê Rêveberiya Weşanxaneya Şilêr Rêvan Mehmûd di dawî de wiha got: “Pitûkên Ş.Sakîne ya bi navê “Jiyana min her dem şer bû”, pirtûkên serokatî wê di demên pêş de bêne weşandin. Her wiha wê cara yekemîn ser asta Rojava pirtûkek li ser şoreşê bi sê beşan ji aliyê weşanxaneya Şilêr bê derxistin.”

Rîhan UMER

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*