Rêveberî mînaka çareseriyê ye

0
20

Foza Yûsif diyar kir ku wan dest bi danîna nexşeriya çareseriyê ya aloziya Sûriyê kiriye û ji hemû aliyên cîhanê xwest ku werin Bakûrê Sûriyê û mînaka çareseriyê bi xwe bibînin.
Hevseroka Desteya Rêveber a Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Foza Yûsif li dibistana Îbrahîm Henano ya bajarê Qamişloyê dengê xwe bi kar anî.
Foza Yûsif ev roj weke rojeke “dîrokî” bi nav kir û li tevahiya gelên Bakûrê Sûriyeyê pîroz kir. Foza Yûsif li ser girîngiya hilbijartinan axivî û bal kişand li ser çareseriya ji bo aloziya Sûriyê û destnîşan kir ku ew di vê dema ku gelek civîn di asta navnetewî de li ser Sûriyê tên kirin ew jî hilbijartinan pêk tînin.
Foza wiha got, “gelê Sûriyê di vê aloziyê de gelek qurbanî daye û ji mafê wî ye ku bi awayekî demokratîk rêveberiya xwe hilbijêre û pirsgirêkên xwe çareser bike.”
Foza Yûsif diyar kir ku wan li Bakûrê Sûriyê dest bi danîna nexşeriya çareseriyê ya ji bo aloziya Sûriyê kiriye û bang li hemû dewletên cîhanê kir ku berê xwe bidin Bakûrê Sûriyê da ku bibînin bê çawa ev rêveberiya heyî dikare ji bo Sûriyê bibe mînaka çareseriyê.
Foza wiha dwam kir “ Em hêvî dikin ku hilbiljartin encamên hilbijartinan bi serkeftî be. Em bi vîna xwe nûnerên xwe hildibêjêrin. Em baş bawer dikin ku ev gav wê were pêşxistin. Em bi gel ji bo gel kar dikin.”
Foza di dawiyê de got, “Em bi vîna xwe ya azad pêşeroja xwe saz dikin û di hemû aliyan de xizmeta xwe dikin.”
HILBIJARTIN MISOGERIYA MAFÊN GELAN E
Hevserokê Deseya RêvEber a Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Senherîb Bersûm li Dibistana Îbrahîm Henano ya bajarê Qamişlo dengê xwe da.
Senherîb Bersûm, hilbijartin li gelê Bakurê Sûriyê pîroz kir û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo gelê Bakurê Sûriyê gaveke dîrokî ye ku mafên wî misoger bike.
Bersûm axaftina xwe wiha dewam kir, “Gelê Bakurê Sûriyê bi van hilbijartinan gavên dîrokî ber bi federaliyeke demokratîk ve davêje. Girîngiya projeya federal ew e ku hemû pêkhate, ol, mezhebên li Bakurê Sûriyê cihê xwe di nav de bigirin.”
Bersûm bal kişand ser tevlîbûna zêde ya pêkhateyên Bakurê Sûriyê û bi bîr xist ku li tevahî herêma Cizîrê nûnerên gelê Suryan hene.
Senherîb Bersûm axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Projeya federal, mafên hemû gelan misoger dike, her wiha aştî û aramiyê bi cih tîne. Em bi hêvî ne ku ev proje li tevahiya Sûriyê pêk were.”
BI HILBIJARTINÊ VÎNA GEL DERKET HOLÊ
Korrdînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Hiso El-Erec li kantona Şehbayê dengê xwe da û têkildarî hilbijartinên li kantonê got “Îro li kantona şehbayê daweteke demokratîk pêk hat. ev yek bi îradeya azad a gelên herêmê, diyar bû. Gel herikî li ser sindoqan û nûnerên xwe hilbijart…”
El-Erec bal kişand ku piştî 7 salan li Şehbayê cara yekemîn hilbijartinên bi vê rengê pêk tên û anî ziman ku gel yekem car pêşeroja xwe diyar dike.
El-Erec di berdewama gotinên xwe de got “Em di wê baweriyê de ne ku çareseriya aloziya Sûriyê li Sûriyê û ne li Cinêv, an Astana an jî welatekî din. Vaya îro gelê Sûriye gotina xwe dibêje, bi hevgirtin û yekîtiya wan azad çareserî pêkane ye.”
Korrdînatorê Giştî yê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûriyê Ehmed Hiso El-Erec di dawiyê de wiha got, “Em piştgiriyê didin sîstema federal. Ji ber ku ev sîstema mafê hemû pêkhateyan misoger dike.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*