Destên dirêjî Efrînê bibin wê werin jê kirin

0
14

Mûrad Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze hemû dewletên herêmê li dijî kurdan bixe nava tevgerê û got, “destên dirêjî Efrînê bibe wê werin jê kirin.”

Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Murat Karayilan diyar kir ku destên ku dirêjî Efrînê bibin wê jê bibin û da zanîn ku şerê ku li Efrînê bibe wê, tenê li Efrînê sînordar namîne, wê li Kurdistanê, Tirkiyê û li herêma Rojhilata Navîn belav bibe.
DEWLETA TIRK
BI XWE TEROR E
Fermandarê Biryargeha Navendî Mûrad Karayilan ku ji bo salvegera 40’emîn ya damezrandina PKK’ê bi şervanên ku nû tevlî gêrilla bûne re civiya.
Karayilan ev nirxandin kir:
“Kurd li ku derê li xwe xwedî derkeve, dewleta Tirk a şoven, nîjadperest tê û dijîtiyê dike, hemû cîhan jî lê temaşe dike. Dewleta Tirk bi destê xwe yê qirêj dixwaze gelên li herêma bakurê Sûriyê tune bike. Ji ber ku ne tenê gelê Kurd, gelên Ereb jî ji destê çeteyên DAÎŞ’ê reviyane, ji milyonekî zêdetir însan li Efrînê hene û di hundirê aramiyê de dijîn û Tirk dixwazin terorê bibin wir. Dewleta Tirk bi xwe teror e, Erdogan bi xwe teror e. Ev tiştekî îspat bûye!
ŞER WÊ BI EFRÎNÊ SÎNORDAR NEMÎNE
Yanî terorîzma xwe di bin sîwana dewletbûnê de vedişêrin. Belkî tu dewletî tang û teyareyên te hene, lê tang û teyareyên te jî xebatên terorîzmê dikin, li ser gelê Kurd xebata terorê dimeşîne. Niha dixwaze vê li pêşiya hemû cîhanê li ser Efrînê jî bimeşîne. Lê roj bi palasê nayê nixumandin! Îro li Efrînê li pêş çavê hemû cîhanê lîstikek heye. Ev lîstik wê kifş bibe û ew hîn zêde destdirêjiyê bikin, wê destê wan jê bibe. Şerê li wê derê bibe, tenê li Efrînê namîne, wê li Kurdistanê, Tirkiyê û li herêma Rojhilata Navîn belav bibe. Heta hemû cîhan heqîqeta faşîzma Tirk, heqîqeta çetebûna AKP û DAÎŞ’ê wê hîn zêde bibîne. Em baş dizanin ku, yê DAÎŞ kirî vî halî, piştevanî jê re kirî, niha tu behs dikî, dibêje, “Amerîka bi sedan kamyonên tir cebilxane ji YPG’ê re dişîne” Rast e, Amerîka dişîne, lê fermî dişîne. Tiştekî veşartî nîn e. Lê wî bi xwe bi sedan tir cebilxane ji El-Qaîde re, ji El-Nûsra re, ji DAÎŞ’ê re şandiye. Di nav wan de hinek rojnamevanên demokrat wêne kişandin û dan rojnameyan; niha hemû xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê di zîndanê de ne.
PKK HEYA NIHA JI KESÎ ALÎKARÎ NESTANDIYE
Erdogan vê carê derewek e din dike û dibêje, “Amerîka çek dide YPG’ê”. Divê mirov li vir bisekine û careke dî were serî û hinek tiştan bibêje. Va ye PKK ket 40 saliya xwe. Di hundirê van 40 salên PKK’ê de, PKK her tim bi rûnê xwe keliyaye, bi hêza xwe ya cewherî bûye hêz. Heya niha ti alîkarî ji derve negirtiye. Ger îro PKK bûye PKK, ev di şexsê ciwanên leheng ên tevlî PKK’ê dibin de pêk hatiye. Însanên welatparêz li her aliyê cîhanê, yên nikarin tevlî bibin jî bi alîkariya xwe ya pereyan, bi malên xwe tevlî dibin. PKK hêzek e ku bi keda milyonan bûye partî. Di PKK’ê de ked û para bi milyonan heye. Rast e, keda herî mezin a Rêber APO ye, ya şehîdên qehreman e. Lê bi milyonan însanan ewladên xwe, zarokên xwe dane, ji bo PKK bi hêz bibe û wana azad bike bike. PKK heqîqeteke wisa ya civakî ye. PKK’ê heya niha ji kesekî alîkarî negirtiye. Bi taybetî jî tu têkiliya PKK’ê ya wekî Erdogan û dewleta Tirk dibêje bi Amerîka re nîn e. Ev jî derewek mezin e.
ROKÊT AT4 DI DESTÊ YPG’Ê DE NÎN E
Erdogan careke dî bi vê yekê ve girêdayî dibêje, “Amerîka çekan dide YPG’ê; ê PKK jî pismamê YPG’ê ye yan jî PKK bi xwe ye. Tiştê digihe YPG’ê, pê re digihe PKK’ê û va ye HPG li dijî me çalakiyan dike û di wir de ew çek bi kar anî!” Wekî îspata vê jî çalakiya Çemanê ya gerîla lidar xistî û tê de artêşa Tirk gelek windahî dayî raber dike û dibêje, “Me li vê derê çek dîtiye, ev belge îspat bûye! Ev çekên ku Amerîka dane YPG’ê ne. YPG’ê jî dane PKK’ê.” Ev kîjan çek e? Ev roketa AT4 e. Ev roketên AT4 çi ne û yên kî ne? Rast e, ev çek li Ewropa hatine hilberandin û malê dewleta Siwêd in û Amerîka yek ji vana jî nedaye YPG’ê. Tiştê Amerîka dayî YPG’ê fermî ye û yek ji van roketan jî di destê YPG’ê de nîn e. Yanî ne Amerîka ev çek daye YPG’ê, ne jî di destê YPG’ê de heye.”

NO COMMENTS

LEAVE A REPLY

*